Biden: Rûsya ji bo helwesta welatên Rojava fam bike wê bikeve Ûkraynayê

Biden: Rûsya ji bo helwesta welatên Rojava fam bike wê bikeve Ûkraynayê

.

A+A-

Joe Bidenî di yekem salvegera destpêkirina karê xwe de rojeva cîhanê û DYAyê nirxandiye. Li gorî pêşbîniyên Bidenî, Rûsya "Ji bo helwesta Rojava, DYA û NATOyê fam bike” wê bikeve Ûkraynayê.

Serokê DYAyê Joe Bidenî ji ber ku salek di ser destpêkirina wezîfeya wî ya li Koşka Spî derbas bûye, civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Bidenî diyar kiriye ku ger Rûsya bikeve Ûkraynayê ew ê bi Rûsyayê re şer bikin û wê ev “Ji bo Rûsyayê bibe karesat.”

Rûsya bikeve Ûkraynayê, wê ev ji bo wê bibe karesat

Bidenî dema behsa krîza li Ûkraynayê kiriye wiha gotiye: "Rûsya dizane ku wê Ûkraynayê dagir bike yan na, lê ger destwerdaneke biçûk li Ûkraynayê bibe, ji bo encamên wê divê em pev biçinin." û wiha dewam kiriye: "Ger bi qasî kapasîteya leşkerên li ser sînor bicih kirine karekî mezin bikin wê gavê dê ev ji bo Rûsyayê bibe karesat.

"Ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, em amade ne tevlî hevkar û hevbendên xwe li dijî Rûsyayê gavan biavêjin û ziyaneke cidî bidine wê."

Psakiyî daxuyanî daye  

Gotinên Bidenî yên şolî rê li ber wan şîroveyan vekiriye ku gelo "DYA wê çavê xwe ji dagirkirina Ûkraynayê re bigire?”. Piştî vê rewşê Berdevkê Koşka Spî Jean Psakiyî daxuyaniyek daye û jiha gotiye: "Çawa ku Bidenî bi zelalî ji Serokdewletê Rûsyayî Vladimîr Pûtînî re gotiye, ger hêzên leşkerî yên Rûsyayê sînorê Ûkraynayê derbas bikin, wê ev dagirkirineke nû be. Di rewşeke wiha de DYA û hevbendên wê dê bersiveke tund, cidî û hevpar bidin."

Biden: "Ez dibêm wê Rûsya bikeve Ûkraynayê" 

Bidenî diyar kiriye ku heta niha wan bi qasî 600 milyon dolarî kelûpelên leşkerî ji Ûkraynayê re şandiye û wiha gotiye: "Ger bikevin Ûkraynayê wê ji Rûsan gelek kes bimirin.” 

Bidenî di dewama axafina xwe de destnîşan kiriye ku di demeke kurt, ya navîn û ya dirêj de wê ji bo Rûsyayê encamên cidî derkevin holê: "Bankeyên rûsan wê nikaribin têkoşînê bi dolarî re bikin.”

Bidenî diyar kiriye ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn naxwaze şerekî bi heng û deng çêbibe û wiha gotiye: "Rûsya wê bixwaze Rojava, DYA û NATOyê fam bike û bibêje bê ka çiqas cidî ne. Ez dibêjim wê bikeve Ûkraynayê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin