Biden: Putin ketiye tengasîyê û ew dikare li Ukrayna çekên bîyolojîk bi kar bîne

Biden: Putin ketiye tengasîyê û ew dikare li Ukrayna çekên bîyolojîk bi kar bîne

.

A+A-

 Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna bi rêberên kompanîyên Amerîkî re da zanîn, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ketiye tengasîyê û ew dikare li Ukrayna çekên bîyolojîk an kîmyewî bi kar bîne.

Joe Biden eşkere kir, her ku rewşa Putin xerab bibe, ew ê berê xwe bide rêbazên girantir.

Putin jî îdia dike ku di destê Kîevê de çekên kîmyewî hene, lê Biden dibêje rêberê Rûs ji ber ku difikire ku bi çekên kîmyewî yan bîyolojîk êrîş bike wisa dibêje.

Herwiha Biden piştrast kir ku Rûsya moşekên hîpersonîk bi kar anîne.
Biden di berdewamiyê de da zanîn, rawestandina wan moşekan hema bêje ne pêkan e û got, Putin ji ber hin sedeman ew bi kar anîne.

Biden diyar kir, Rûsya dijî Amerîka amedahiya êrîşeke sîber dike û bang li rêberên kompaniyan kir, da ku bala xwe bidin ser ewlekariya sîber û tedbîrên xwe bistînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin