Biden: Putin ji ber dayîna zanyariyên xelet çend şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine

Biden: Putin ji ber dayîna zanyariyên xelet çend şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê Putin de axivî û diyar kir, çend nîşane hene ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber dayîna zanyariyên xelet derbarê şerê Ukraynayê de çend şêwirmendên xwe ji kar dûr xistine.

Li gor Joe Biden li Koşka Spî di konferanseke çapemeniyê de da zanîn, nîşaneyên wê yekê hene ku Vladimir Putin çend şêwirmendên xwe dûr xistine yan li mala wan ew desteser kirine.

Di berdewamiya axaftina xwe de Biden destnîşan kir, heta ku belge di bin destê wan de tune bin, li ser vê mijarê zêdetir daxuyanî nade.

Biden li ser pirsa, "Gelo ti nîşaneyek heye derbarê wê yekê de ku Putin hinek hêzên xwe ji Kîevê vekişandine?", Serokê Amerîkayê got: “Niha belgeyên yekalîker li ser vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê tune ne.”

Herî dawî Joe Biden da zanîn, Serokê Rûsyayê hêzên xwe li herêma Donbas tundtir kirine û got: “Ez derbarê Putin de bi guman im. Ez nikarim bibêjim tenê tekezî li Donbasê kiriye. Ez nizanim gelo tenê li Donbasê dimîne û ji beşên din ên Ukraynayê vedikişe an na.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin