Biden li Qesra Spî bi rêberên Swêd û Fînlandîya re civiya

Biden li Qesra Spî bi rêberên Swêd û Fînlandîya re civiya

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden do li Qesra Spî, bi rêberên Swêd û Fînlandiya re ji bo serlêdana wan a NATOyê piştgiriyeke xurt nîşan bide, civiya.

Civîna se alî ya li Washingtonê, di dema ku Tirkiyê dijberiya xwe ya hember vê biryarê dubare kir de pêk hat.

Biden bi Serokwezîra Swêdî Magdalena Andersson û Serokomarê Fînlandî Sauili Niinsto re li Baxçeyê Gulan yê Qesra Spî, axifî û Serokê Amerîkî pêsna hevkarî û yekdengiya navbera Ewropa û Amerîka da ku ji destpêka dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna, bi rengekî berbiçav derketiye holê.

Herwiha Biden di berdewamiya axaftina xwe de roja serlêdana NATOyê ya her du welatan wek rojeke pir girîng û dîrokî pîroz kir. “Ez piştgiriya xwe ya xurt ji bo du demokrasiyên mezin dîyar dikim ku ew tev li hevbendiya berevanî ya herî hêzdar ya dîroka cîhanê dibin. Swêd û Fînlandîya tevahiya pîvan û rêgezên NATOyê bi cîh tînin.”

Biden eşkere kir, ew ê belgeyên ji bo erêkirina demildest ji Kongresa Amerîkî re pêşkêş bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin