Biden: Ez ê gavên xurt bavêjim ku dorpêçên me aboriya Rûsyayê bikin armanc

Biden: Ez ê gavên xurt bavêjim ku dorpêçên me aboriya Rûsyayê bikin armanc

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden daxuyaniyek da û diyar kir, ew wek bersivdana Rûsyayê, qonaxa yekem a dopêçên Amerîkî radigihînin û goti Amerêka wê dorpêçên aborî deyne ser saziyên Rûsî yên darayî, deynê dewletê û desthilatdarên payebilind û endamên malbatên wan.

Biden di derbarê dorpêçên ser malbatên desthilatdarên Rûsî de eşkere kir: “Ew şîrikên lîstikên gemar ên polîtîkayên Kremlînê ne û divê ew encamên wan kiryarana jî hilgirin.”

Biden da zanîn, toleyên ku ew ê ragihînin ji yên sala 2014an a piştî dagirkirina Qirimê ya ji hêla Moskowê, girantir bin. Biden got: “Û ger Rûsya ji vê dagirkirinê wêdetir here, em hazir in ku hîn dorpêçên zêdetir ragihînin.”

Di berdewamiyê de diyar kir, wî got ku naskirina Putin ya du herêmên rojhilata Ukraynayê, binpêkirineke berbiçav a qanûnên navnetewî ye ku divê civata navnetewî bersîvdaneke tund li hember wê yekê nîşan bide û eşkere kir: “Ez ê gavên xurt bavêjim ku dorpêçên me aboriya Rûsyayê bikin armanc, ne ekonomiya me.”

Biden got, rêvebirîya wî çavkaniyên enerjiyê ji nêz ve dişopîne û xwe ji pirsgirêkên pêkan ên di rojên were de amade dike û bi hilberên petrolê di danûstandinê de ye bilinbûna nirxê petrolê kontrol bike û da zanîn: “Ez dixwazim ku dijwariya gelê Amerîkî ya di dema kirîna benzînê de siviktir bikim. Ew yek ji min re pir girîng e.”

Serokê Amerîkayê di dawîya axaftina xwe de destnîşan kir, berdeleke parastina demokrasiyê heye û got: “Berdeleke berevaniya demokrasiyê wê hebe û li Amerîka jî em ê bandora wê yekê bibînin. Divê em li ser vê mijarê dirust bin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin