Biden: Eger Rûsya çekên kîmyayî bi kar bîne, em ê bersivê bidin

Biden: Eger Rûsya çekên kîmyayî bi kar bîne, em ê bersivê bidin

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna Lûtkeya G7ê de li Brukselê ragihand; eger çekên kîmyayî ji aliyê Rûsyayê ve werin bikaranîn, bi heman şêwe ew ê bersiv bidin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna Lûtkeya G7ê de li Brukselê ragihand; eger çekên kîmyayî ji aliyê Rûsyayê ve werin bikaranîn, bi heman şêwe ew ê bersivê bidin.

Joe Biden diyar kir: “Min gotûbêjeke gelek eşkere ligel Serokê Çînê Xi Jinping kir, min bi awayekî eşkere jê re got, eger alîkariya Rûsyayê bikin, encamên wê dê xirab bibin, ez gefê naxwim, me ligel Serokê Çînê gotûbêjeke dûr û dirêj kir, ew naxwazin berjewendiyên xwe têk bibin.”

Biden dibêje: “Duşema bê, roja 1ê Nîsanê, konferanseke me dê ligel Çînê hebe, em ê li wir gelek tiştan biaxivin, berjewendiyên wan ligel Ewropa û Amerîkayê hene, me ji wan re ragihand, neçin nav wê lîstika qirêj ku Putin encam dide.”

Serokê Amerîkayê eşkere kir: “Di civîna G7 de me behsa asayîşa xurekê ya li cîhanê kir, ku bandora wê li ser welatên cîhan û Ewropa û Amerîkayê heye, Ukrayna sebeta xureka cîhanê ye, ji bo vê yekê weke cîgir, Kanada, Amerîka berhema gelek baş a genim heye, em ê genimê Ukraynayê qerebû bikin, em hewl didin ku ziyanên asayîşa xurekê kêmtir bikin.”

Joe Biden destnîşan kir; divê Rûsya ji G20 derkeve, dibe ku Ukrayna bikare beşdarî civînên G20 bibe, Kîev dikare vê biryarê bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin