Biden: Di 100 Rojên Pêşî yên Seroktîya Min de Dê 100 Mîlyon Perpûn Hazir Be

Biden: Di 100 Rojên Pêşî yên Seroktîya Min de Dê 100 Mîlyon Perpûn Hazir Be

.

A+A-

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden tîma xwe ya têkoşîna dijî vîrusa korona naskirin da.

Biden li eyaleta Delaware dîyar kir ku ewê di 100 rojên pêşî yên seroktîya xwe de 100 mîlyon perpûn hazir bike.

Wî da zanîn ku bo perpûn li hemî deverên Amerîka were belav kirin divê Kongres ‘’budeçeyeke tam’’ bide.

Rêberê Demokrat got ku ewê bi perpûneke ewle aborîya Amerîka jî baştir bibe û da zanîn ku ewê pandemîya vîrusa korona hinekî biajo.

Joe Biden bang li hemwelatîyên Amerîka kir ku di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de maskan bidin ber rûyên xwe.

Biden bo rêberîya tîma têkoşîna dijî vîrusa korona, şêwirmendê xwe yê aborîyê Jeff Zients bijart ku belavkirina perpûnê jî dê di bin kontrola wî de be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin