Biden: Amerîka Dê di Têkoşîna Vîrusa Korona de Têk Neçe

Biden: Amerîka Dê di Têkoşîna Vîrusa Korona de Têk Neçe

.

A+A-

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden berî betlaneya Roja Spasdarîyê ji gel re axifî.

Biden di axaftina xwe ya li Delaware de dîyar kir ku ew ne dijî hevdu, lê dijî vîrusa korona di cengê de ne.

‘’Em careke din bi zivistaneke dirêj û dijwar re rûbirû mane. Me bi qasî salekê dijî vê vîrusê têkoşîn kir. Vê vîrusa 260 hezar kes kuştin, cudatî kir navbera me, em bi hev xistin. Lê divê em ji bîr nekin ku şerê me ne dijî me ye, dijî vîrusa korona ye.’’ Biden got.

Wî bang li Amerîkîyan kir ku îsal jiber vîrusa korona bi awayekî komî Roja Spasdarîyê pîroz nekin û da zanîn ku ewê di wê rojê de li malê bimîne û bi qîz û zavayê xwe re wê rojê pîroz bike.

Rêberê Demokrat ji hemwelatîyên xwest ku maskan bidin ber rûyên xwe, li gor mesafeya civakî tevbigerin û li hev kom nebin.

Biden dîyar kir ku ewê di roja pêşî ya seroktîya xwe de bo guherîna rewişa vîrusa korona hin gavan biavêje û got ku ew di têkoşîna vîrusa korona de ne bi awayekî sîyasî, lê bi awayekî zanistî tevdigerin.

Serokê hilbijartî bal kişand ser perpûnên vîrusa korona û dîyar kir ku karanîna wan perpûnan dibe ku di dawîya Berfanbar yan serê Çileyê de destpê bike û got ku bo belavkirina wan dem hewce ye.

Biden da zanîn ku ewê Amerîka di têkoşîna dijî vîrusa korona de têk neçe û dîyar kir ku ewê jîyan dîsa vegere rojên xwe yên normal.

Wî got ku Amerîkî ‘’xeyalên mezin’’ difikirin û dîyar kir ku her çiqas zor be jî ewê di Roja Spasdarîyê de bi hev re xeyalan bifikirin.

Joe Biden di dawîya axaftina xwe de spasîya kesên bi wî bawer kirine kir û li ser navê malbata xwe Roja Spasdarîyê pîroz kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin