Bicîhirina Penaberan li Kurdistanê dê pirsa Kurd aloztir bike

Bicîhirina Penaberan li Kurdistanê dê pirsa Kurd aloztir bike

Bicîh û warkirina penaberên Surîyê li Kurdistanê pirsa Kurd dê aloztir bike

A+A-

Di van demên dawî da, bi taybetî di medyaya, ku nêzikê hikumetê ye de, behsa bicîh û war kirina penaberên Suriyê li Kurdistanê, xasima deverên, ku di dema şerê xendekan da kavil bûne wekî Sûr, Cîzîr, Şirnex û hwd. tê kirin. Hinek nivîskar û “pispor”ên AK Partîyê jî vê yêkê pêşniyar dikin.

Bê guman emê dilxweş bin ku eger li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rewşa penaberan baş be û hikumeta Tirkiyê jiyaneka rêkûpêk ji bona wan amade bike; ji ber ku em wekî Kurd bi dehan caran penaber û mişextî bûne û derd û êş û azara penaberî çî ye, dizanin..

Lê belê bicîh û war kirina penaberên Suriyê li bakurê Kurdistanê ne ji ber mirovî û mirovdostîyê ye, ne ji ber baştir kirina rewşa wan e. Li pîşt vê daxwazê, armanceka siyasî û kîret û dij-însanî heye; dixwazin demografyayê bakurê Kurdistanê xirap bikin, penaberên Suriyê wekî kartekê  li hemberê tevgera netewî û demokratîk a Kurdistanê bi kar bînin.

Hikumeta AK Partî baş dizane, ku dewleta Tirk bona asîmîle kirina Kurdan û xirap kirina demografyayê Kurdistanê gelek plan û bername amade kiriye û bi gor van planan gavan avêtiye. Kurdan bi komî nefî Rojavayê Tirkiyê kiriye û di nava komên Tirk da cî û war kiriye. Dewleta Tirk ji welatên Balqanan û ji rojavayên Tirkiyê “Tirkên Balqanî” aniye bakurê Kurdistanê, bicîh û war kiriye.

Lê belê di vî warî da hemû hewl û kar û xebata Dewleta Tirk li ber avê da çûye. Dewletê nikaribûye Kurdan asîmîle bike û pêşiya xebata azadîxwaziya gelê Kurdistanê bigire.

Em partî û rêxistinên siyasî yên bakurê Kurdistanê, ku navên me li jerê ne, bangî hikumeta AK Partîyê dikin, ji bona ku çareserîya pirsa Kurd aloztir û kûrtir nebe, şikesta siyaseta hanê ya dewletê ya heta îro li ber çav bigre, guhê xwe nede pêşniyarên hanê, dest ji van siyasetên kirêt berde. Li şûna ku penaberên Sûriyê li bakurê Kurdistanê bicîh û war bike, bona çareser kirina pirsa Kurdî û Kurdistanê bi rêya diyalogê û bi şêweyên sîyasî  û aşitiyanê gavên pêwîst bavêje.

HAREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin