Bi zaravaya Kirdkî (Zazakî) berhemeke nû “BENA HOL” derket!

Bi zaravaya Kirdkî (Zazakî) berhemeke nû “BENA HOL” derket!

Ji alîyê Weşanxaneya NASê berhemeke nû ya zaravaya Kurdî Kirdkî (Zazakî) hate çapkirin. Pirtuka çîrokan ya kû ji alîyê rojnameger/nîvîskar Enwer Yilmazî ve hatiye nivîsandin derket.

A+A-

Weşanxaneya NASê di çarçoweya xebatên pirzimanî de xebatên xwe didomîne.

Weşanxaneya NAS hewl dide ku cih bide hemû zaravayên Kurdî û wan çap bike.

Weşanxaneya NASê niha jî pirtuka rojnameger Enwer Yilmazî ya çîrokan çap kir.

Rojnameger Enwer Yilmaz bi salan e xizmeta Kurdî dike û bi giranî li ser zimanê Kirdkî (Zazakî) xebatan dike. Enwer Yilmaz bi zaravaya Kirdkî (Zazakî) wê pirtukê “BENA HOL” nîvîsandiye û ew pirtuk, pirtuka wî ya duyemîn e.

Pirtuka Enwer Yilmazî ya yekemîn "Ti Dejêko Bêwayîr î" di sala 2014an de derketiye. Ev pirtuka wî "BENA HOL" jî ya duyemîn e. Pirtuka Enwer Yimazî “BENA HOL” 153 rupel e û di nav de 12 çîrok hene.

Rojnamger Enwer Yilmaz di derbarê pirtuka xwe de dibêje ku “ev pirtuk jî behsa jîyana me Kurdan dike. Çîrokên me Kurdan pir dişibin hev.  Dewletên serdestan jiyana me Kurdan tim li me kirine heram. Derd û êşên gelê me zaf in. Neheqî, feqîrî, bêedeletî û bindestî wekê qeder li me hatiye ferzkirin. Axa me perçe, zimanê me perçe, gelê me perçe û ya herî xirab sîyaseta me perçe ye. Lê em zanin ev ne qedera me kurdan e. Mi di pirtuka xwe de bala xwe daye li ser van tiştan û bi çîrokan behsa ev bindestî û neheqî kir. Hin çîrokan de jî ez behsa xwe dikim lê di nav wan de jî dîsa çîroka me Kurdan heye.”

Yilmaz dibêje ku gava mirov li ser van tiştan dinivsîne pir êş dikşîne û wiha berdewam dike: “Di dema nîvsandina her çîrokek de mi pir êş kişand. Jiyan ji me kurdan re pir zehmet e. Gava ku mirov ew zehmetiyan dinivsîne jî zehmetiyê dikşîne. Dilê mirov tije dibe. Qedera me û neheqiya ku li me bûye pir giran e. Lê em mecbur in ku binivsînin. Ger ku em nenîvsînin em rastiya xwe dûr dikevin. Pêwîst e ev rastiya me bibe mijara wêjeyê. Jixwe wêje bi van tiştan xwe xwedî dike. Gelek nîvîskarên me jî wiha dikin. Jixwe Kurdî nivîsandin tenê bi serê xwe tiştek pîroz û girîng e. Ev jî berxewdanek e. Li gorî mi mirov Kurdî binivîsîne, bixwîne û eleqedar bibe, têkoşîna herî mezin e.”

Yilmaz bal dikşine li ser rewşa Zaravaya Kirdkî (Zazakî) û wiha dibêje “ Wek tê zanîn rewşa zaravaya Kurdî ya Kirdkî (Dimilkî) ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê xetere ye û ger tedbîr nayên girtin ev zaravaya qedîm ya Kurdî dema li pêş me gav bi gav dihele. Saziya UNESCOyê jî di rapora xwe ya dawî de gotiye ev zarava ber bi mirinê ye. Ev gelek tiştekî talûke ye. Pêwîst e em tedbîrên mezin bigrin. Çi rojname çi televîzyon çi wêje çi sînema... Ferq nake. Pêwîst e em benda dewletê nasekinin. Xema dewletê nîne û jixwe dewlet dixwaze bila zimanê Kurdî bimire. Pêwîste em zor bidin derfetên xwe. Di serî de em zimanê xwe xwedî derkevin. Binîvsînin, temaşe bikin, biaxifin û belav bikin."

bena-hol-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin