• Diyarbakır 4 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -1 °C
  • Şırnak 3 °C
  • Ağrı -2 °C

”Bi yek dil û bi yek deng”

”Bi yek dil û bi yek deng”
Elî Qazî Mihemed

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî ku behsa naveroka gotar û peyama xwe bikim, dixwazim behsa yek ji amrazên serxwebûn û demokrasiyê bikim ku ew jî referendum e. Li vî warî de ji ber ku serbixweyî û azadî mafê hemû takekî vê cîhanê ye, hewl didim gotara xwe bi awayekî dabirêjim ku bikarim pêşkêşî hemû çîn û tûwêjan bikim, bi taybetî jî akademiyan, siyasiyan, karbidestan, xortan, medyayan, Pêşmergeyên can li ser dest û hemû xelkê bi şerefê Kurdistanê bi giştî bikim. Ji bo ku rehendên vê proseya niştimaniya ku ji rehendên mirovî, olî, dîrokî, siyasî û yasaya navdewletiyan pêkhatiye, da ku ji bo xelkê Kurdistanê jî baştir rûn û zelal bibe.

Di demek da gelê me di qonaxeke hestiyar û dîrokî de derbas dibe, pêwîste ji bo gihîştina serbixweyî û armanca me ya neteweyî sûd ji derfetên navxweyî û navçeyî û navdewletiyan werbigrîn. Ji bo wê yekê vê babeta girîng pêwîstî bi encamdana proseyeke niştîmanî û amraz û wesîleyek heye ku peywendiyekli navbera qonaxa xebat û gihîştina armancê de dirûst bike. Wate em li vir da referandûmê wekî wesîle û qonaxeke xebatê û ji aliyeke din ve serbixweyî yê wekî armanca gel binav dikîn.

Bingehên zanistên siyasî, referandûmê bi awayeke li jêr pênase û beş bi beş dikin: Bi awayeke giştî referandûm li rêya daxwaza gelan ve şeriyet dane ji bo bi cîhkirina proseyeke yasayî, siyasî û niştimanî û her wiha referandûm bi dest ve anîna bawerî û piştgiriya navxweyî û navdewletiye ji bo gihîştina armancekê. Referandûm li mafên bingehîn de pêkhatiye ji vegerana millet û pirsiyarkirina raya millet ya ji bo karûbarên pêwîst bi yasa û hwd... Referandûm çend cûreyekî xwe heye: Referandûma neçarî, referandûma damezraweyî, referandûma yasadanan û referandûma şêwîrînê. Li vir da mebesta me ne cûreyên referandûme, belku mebesta me çemka referandûmê bi xwe û vegerana bo xelkê ye. Ji ber ku li behsa demokrasiyê de, giştpirsî yan vegerana bo raya giştî ji berê de li civakên siyasiyên pêşketî bi taybetî li Yunana kevin de jî hebûna xwe heye. Di çerxa nûjen de zêdetirê welatan çi li welatên Rojava û Amerîka, çi li welatên Rojhilata Navîn, li destpêkê ve meseleya giştpirsiyê wekî prensîp yan rêzgirtina ji bo daxwaza giştiya xelkê li yasayên xwe yên bingehîn de bi cîh kirine heta ku di rewşên rûdana her nakokiyeke siyasî de, serkirdeyên wan bikarin bi awayeke yasayî vegerin ser raya azada xelkê û ji binbestên siyasî rizgar bibin. 

Li başûrê Kurdistanê jî bi heman awayî Hikûmet û Serokayetiya Herêma Kurdistanê çendîn sale hewl didin li rêya guftûgo û bi cîhkirina yasayan û peymanan nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de çareser bikin. Eve di demek daye ku li sala 2014 ve birîna maaş û butçeya xelkê Kurdistanê bi biryara Nurî Malîkî, gûhnedan û îhmal kirina mafên darayî û mafên Pêşmerge, bi cîhnekirina yasaya neft û gazê, bi awayeke giştî bi cîhnekirina destûra Iraqê wekî mercea welat ya ji bo Iraqekî Federal û Îttîhadî û demokrasî û fireh neteweyî her wiha bi cîh nekirina maddeya 140 a destûra Iraqê ya di derbarê Kerkûk û navçeyên veqetiyên derveyê Herêma Kurdistanê sedemên serekî bûn heta ku nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de kûrtir bibin. Her çende ew nakokî di bingeha xwe de ji berê de hatine pejirandin wate di dema peymannameya Sykes Picot ya li sala 1916 û damezrandina dewleta Paşayî ya Iraqê li sala 1921 û pêwîstkirina bi zorê milletê Kurd bi parçeyeke bi navê Iraqê. Ji bo wê yekê ji bilî hewldana çareseriya nakokiyên di navbera Kurdistan û Iraqê, ji niha de ji bilî bûna bi cîranê hevdû ew jî bi vegerana raya xelkê Kurdistanê ya ji bo mafê çarenivîsa xwe rêyeke din nemaye. Sedemên siyasî û dîroka reşa hikûmetên navçeyê û siyaseta Hikûmeta yek li pey yekên Iraqê li kîmyabaran, enfalkirin, qîrkirin, asîmîlekirina milletê Kurd, siyaseta asîmîlasyonê, hejmarkirina Kurd wekî hemwelatiyê pile dû û sê û îhmalkirina Kurd, li ber çav negirtina bingehên sîstema federalî û tewafiqî li Iraqê, dûbare milletê me gihande qonaxeke nû ya xebat û mafê biryardana bo paşarojeke geş û gihîştina bi armancên me yên bilind. Her wiha ev siyasetên çewt careke din hêvî û îrade û azadî û serbixweyî li dilê hemû take kesekî milletê me bihêztir kiriye.

Armanca serbixweyî li dîroka Komara Kurdistanê (Republic of Kurdistan) ve wekî yekemîn Komar çirûsiye, bo ku armanca serekiya Pêşewa Qazî Mihemed li ragihandina Komara Kurdistanê li 22 ê Kanûna Dûyema 1946 ku serbixweyiya milletê me û yekxistina nav mala Kurd bû, dîsa pêkbê. Ji bo wê yekê Komara Kurdistanê bi wê temena kurt lê belê bi vê dîroka xwe ya bi rûmet ku dijminên Kurdistanê li 15.12.1946 êrîşê pê anîn û li 31 ê adara 1947 bi sêdaredana Pêşewa û rêhevalên wî dawî bi Komarê hat. Armanca wê yên herî serekî heta hetayê wê li asmana Kurdistanê de biçûrise û nayê ji bîrkirin û armancên wan yê pîroz dibine bingeha dîrok û xebata rizgariya Kurd û Kurdistanê ku girîngtirînê wan ji van xalan pêkhatine:

1- Serbixweyî û azadiya milletê Kurdistanê.

2- Yekîtî û birayetiya navxweyî û birayetiya li gel gelan.

3- Dadpeweriya civakî.                                                                                                                                                                   

Her wiha pîroziyên gelê me ku ji navê Pêşmerge û sirûda Ey Reqîb û ala me ya rengîn pêkhatiye her dem bi zindî dimîne.

Li ser vê bingehê bi navê xebata rizgarîxwaziya milletê me li 16.08.1946 Barzaniyê Nemir li jêr ala pîroza Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê li Mehabadê damezrand ku hemdem bû li gel ji dayikbûna birayê birêz  serûk(Mesûd Barzanî.) Ev dîroka pîroz di demek dane ku gelê me piştî derbasbûna zêdetirê heftê(70) salan karwana xebatê, dûbare li rêya giştpirsiyê biryarê li ser mafê çarenivîsa xwe didin. Ew mafê ku her take kes û gelekî vê cîhanê dikarin jê sûdmend bibin.

Em dizanîn ku gelên cîhanê di demên Yunana kevin ve heta niha jî ku dema teknolojiye çendîn welat wekî Kosova, Taywan, Singapur, Timura Başûr û Sûdana Başûr bûne xwediyê demokrasî û welatê serbixwe û demokrat. Wate li vir da pirsyarek pêşkêşî milletê xwe dikim, gelo milletê Kurdistanê ne li nav gelên dinyayê daye? Gelo milletê Kurdistanê wekî milletên dinyayê mafê serbixweyî û azadiyê tûne? Ji bo çi gelên dinyayê serbixweyî û azadî û mafê mirov ji bo wan rewaye lê belê ji bo milletê Kurdistanê piştî derbasbûna sedsalek hê jî dema serbixweyî yê nehatiye!

Azîzan, bersîva van pirsiyaran eweye ku divê her take keseke milletê me berpirsiyar bê beranber bi dîrok û çarenivîs û av û axa gelê me, her wiha am hami bi berpirsiyaretî beramber bi civaka Kurdistanê, dîrok û çarenivîsa xwe diyar bikin. Ji ber ku mirov li pêş xwedayê mezin ve xwediyê maf û azadî û kerameta xwe ye û millet û gelên dinyayê ye bi awayeke wekhev hatine dirustkirin, ji bo wê yekê xwedayê mezin li Qurana Pîroz da kerem dike:((ولقد كرمنا بني ادم ))(( Me rêz li naway adem girtiye)) û ((((وجعلناكم شعوبا وقبائل لتعارفوا((me we ji gel û eşîr û hozên cûda cûda dirust kiriye heta hevdû nas bikin)). Her wiha Îmamê Emer keremkiriye:((متی استعبدتم الناس وقد ولدتهم امهاتهم احرارا))((Kengê we mirov kir dîl û kole demek da dayikên wan bi azadî ewan anîne dinyayê)).

Wate her tak û gelê Kurdistanê, wekî her tak û gelekî vê cîhanê mafê xwe yê azadî û serbixweyî yê heye û em Kurdistanî ne dîl û koleyê hîç kes û alî û welatekîn.

Her wiha li carnameya cîhanî ya mafên mirov (UniversalDeclaration of Human Rights ) li maddeya 1 û maddeya 2 de hatiye, tevahiya mirovan bi awayeke azad ji dayik dibin û li ruyê rûmet û keramet û mafan ve wekhevin. Hemû take kesek mafê jiyan, azadî û asayîşa kesî heye.

Her wiha li destpêka peymana Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de hatiye: Baweriya me bi mafên bingehînên mirov û rûmet û bihayên kesayetiyên mirov û wekheviya mafan li navbera milletan de çi biçûk yan mezin da heye. Baweriya me bi parastina dadperwerî û mafên navdewletiyan û jiyaneke baştir li gel azadiyên zêdetir de heye.

Xûşk û birayên hêja, em jî wekî her takeke vê cîhanê azadîn heta çarenivîsa xwe diyar bikîn û li mafê navxweyî û navdewletî sûdmend bibîn û li gor yasa û standardên navdewletî li welatek serbixwe azadtir û baştir bijîn.

Pêkanîna armancên niştimanî û gihîştina bi serbixweyî pêwîste bi çend sedemeke serekî yê navxweyî û navdewletî ku divê li gel bilindkirina asta hişyariya neteweyî, derfet û êrîşên vê babetê li ber çav bêgirtin. Li gor pêverên navdewletî û cografya siyasî û bnamayêtdamezrandina dewlet, Herêma Kurdistanê xwediyê mercên serekiyên damezrandina dewlete wate:

1- Cografya. 2- Hikûmet. 3- Hêza mirovî. 4- Hêza serbazî. 5- Pêgeha Jeoekonomik.

Ji bilî van jî niha girîngtirîn sedemên navxweyî ji bo pêkanîna armancên me, yekgirtiya neteweyî û yekrêziya mala Kurdistane û giştpirsî jî vê derfetê ji bo yekrêziyê pêktîne. Wate pêwîste em hemû hindî bîrkirina tenga hizbî û partîtî bi stratejiyên niştimanî yekgirtî bîr li asayîşa niştimanî û berjewendiyên bilindên niştimana xwe bikîn û li gel guhertinên navçeyê û dawî hatina şerê Daîş û serkefinên Pêşmergeyên me yên qehreman, vê derfeta dîrokî ji bo milletê xwe bikarbînin.

Her wekû çawa berê jî me balkişand li ser wê yekê ku ku serbixweyiya Kurdistanê destkeft û armanceke niştimaniye û li niha de çend fakterekî navxweyî û derekî yarmetîderê vê defaktoyê dibin. Sedemên navxweyî yên niha ku yarmetîderê ragihandina serbixweyiya Kurdistanê ne ji van xalan pêkhatiye:

1- Lawazî û dabeşbûna hêza serbaziya Iraqê li ser aliyên siyasiyan.

2- Lawaziya Hikûmeta Iraqê li birêvebirina welatda.

3- Gendeliya hêz û berpirsên siyasiyên Iraqê.

4- Lawaziya aboriya Iraqê û qerzdarbûna wê ya bi civaka navdewletî.

5- Berbelavbûna mala Şie.

Her wiha li beranber rewşa nav eve da çend sedemeke derekî yarmetîderê ragihandina serbixweyî ya Kurdistanê ne ku ji van xalên li jêr pêkhatiye:

1- Palpiştîkirina civaka navdewletî li Herêma Kurdistanê li şerê dijî Daîş de.

2- Bergirîkirina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li civaka navdewletî ya li şerê dijî Daîş de.

3- Hevpeymaniya Kurdistanê li gel welatên zilhêz.

4- Berjewendiya hevbeşa welatan li gel Herêma Kurdistanê çi li rûyê siyasî û çi li rûyê aborî yan aboriya siyasî ve.

5- Bilindbûna pêgeh û rola dîplomasî û berfirehbûna peywendiyên Kurdistanê li asta civaka navdewletî û cîhanî de.

Wate encamdana giştpirsî (referandûm)ê ji bo serbixweyiyê, ji bo hîç kes û aliyek nîne li Herêma Kurdistanê ve her wiha taktîk yan propagandayên siyasî hîç aliyek nîne dijî aliyeke din be, belku eve derfeteke dîrokiye ku divê ji dest nedîn. Serbixweyî hêviya milletê Kurdistanê û encama xebata Şêx Seîdê Pîran û Şêx Mehmûdê Hefîd û Pêşewa Qazî Mihemed û Şêx Ehmed û Mele Mistefayê Barzanî ye. Her wiha serbixweyî encama xwîna pakê sedan hezar zarok û gedeyên şehîdê her çar perçeyên Kurdistanê ye û dîroka dehan sale û xweragiriya Mehabad û Hewlêr û Qamişlo û Amed e. Her wiha serbixweyiya Başûrê Kurdistanê hêvî û dergeha qonaxeke nû ya xebate ji bo parçeyên dinê Kurdistanê. Ji bo wê yekê dûpat dikim ku bila em hemû bi yek dil û bi yek deng berev giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê hengav bavêjîn ji ber ku hîç kes bi destê xwe serxwebûnê pêşkêşî me nake belku em Kurdistanî divê bi hewl û têkoşîna xwe û li ber çav girtina xebat û ezmûna xwe ya derbasbûyî ve bi bêyî wê yekê aliyek bikevê bin bandora siyaseta lîstikvanên navçeyê, armanca me bipêkin wekî li 7ê hezîrana 2017 ku zêdetirê alî û partiyên siyasî komdengiyê nîşandan beranber bi enjamdany giştpirsiyê. Kurd bi vê navê de kedkarê aramî û aştiye li navçeyê de û xebatê dike bi navê parastina berjewendiya hevbeş li gel welatên me yên dewruberda û xebatê dike bi navê aştî û asayîşa navdewletî. Kurd ji bilî wê yekê ku dixwaze bi rûmetû serbixweyî bijî û bihara geş ji bo xortên niha û nifşên paşarojê pêkbîne, hîç armancekî dijî aliyek yan welatek nîne. Ji bo wê yekê serbixweyî bîr û hizr û felsefe û armanca me ya neteweyî ye û li vê rêyê da dikarîn rûmeta neteweyî û hêza siyasî û aborî û civakî û kultura xwe biselmênîn û bi dest ve bînîn. Bi berevajiyê ve eger vê carê nekarîn sûd ji vê derfeta dîrokî û hebûna lobî û guhertinên navçeyî û navdewletî werbigrîn êdî ew ezmûn li asta siyaseta cîhanê de pêknayê.

Li dawiyê de careke din dawxazê ji milletê xwe dikim li rêyê serbixweyiya Kurdistanê de, bila em hemû li 25.09.2017 bi berpirsiyarekeû hemaseteky neteweyî ve palpiştiya proseya giştpirsiyê bikîn û her wiha beranber bi êrîşên navxweyî û derekiyan bi yekgirtî biryarê li ser mafê çarenivîsa xwe bidîn, ji ber ku palpiştiya referandûmê û serbixweyiya Kurdistanê erkeke olî û niştimaniye me ye. Bijî Kurd û avadanbê Kurdistana me ya xweşik.

Birayê we  Elî Qazî Mihemed

Ev nûçe 304 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din