Bi xêr hatî DalKurd. 3-0

Bi xêr hatî DalKurd. 3-0

Ali Fikri Işık

A+A-

DalKurd do li hember  IF Brommapojkarna ji nû ve vejiya û bi dengekî bilind olan da. Go '' ez ne mirî me'' Ez hê sax im û ew kesên ku hê wiha zindî ji min re ''kabristanan'' dibijêrin di nava xeletiyeke mezin de ne. Gava ku DalKurd wiha ji dil û can li ber xwe bide tu kes nikare pişta wê deyne erdê. Ji bavê her kesî zêde ye. Ku DalKurd ew DalKurda ku olanê ji her kesî dixwaze bê, em ê jî jê re bêjin, ''Ey tîma qedîm, tu bi xêr hatî. Tu li ser seran û ser çavan hatî!"

Bi rastî jî doh DalKurdê nava min rihet kir û min ji kêfa heland. Ji zû de ye ku ez hesretî kêfeke wiha bûm. Resen min doh kêfa '' Gurê Manco'' kir. Kêfa min ne tenê ji encama bidestxistî hat. Her wiha doh, DalKurd bi lîstika xwe  Brommapojkarna weke'' bacana sor perçiqand.'' Top nîşanî Brommapojkarna ne da. Tiştê herî mizgînkirî ew bû ku DalKurd li hember her pêşbazê xwe bi wî şiklî tevbigere, wê di her maçê xwe de bi ser bikeve. Lîstika futbolê ya ku mirov jê şerm nake ev e.

Doh gava maç despê kir heta dawî, ez qet neketim nava gumanan. Tirsa dijwar qet giyana min bidest nexist. Di maçên berê de ez timûdaîm di ber sikratê de bûm. Lîstika DalKurd'e qet bawerî nedida min. Dilê min ji tirsan, weke'' def û zirnê'' hema lê dida. Hezar car şikir ji Yezdanê Mezin re doh ew tirs nehat dora min. Min bi wêrekiyeke mezin temaşekirina maçê qedand.

Gelo çi bû ku DalKurd wiha bi rehetî bi ser ket û encameke pîroz bi dest xist? Bêşik DalKurd honandina bergiriya xwe guhertibû. Di maçên berê de Kebba, di pozisyona stoperê navîn de dilîst. Doh di şûna Kebba de Robin hebû. Robin ji serî heya dawî heqê wê pozisyonê bi şiklekî nûjen da. Robin pir biaqil lîst. Qet kelecanî nebû. Ji bo ku goga bidafînê qet ecele nekir. Gogên ku hevalê wî didan wî, wî bi baldarî teslîmî navnîşanên bikêrhatî dikir. Di maçê de Robin xeletiyek nekir ku em bêjin, Robin pozisyona xwe nizane.

Kebba, bergiriya milê rastê dikir, ku ew jî di vê pozîsyona lîstikê de nû bû. Lê weke ku jixwe ji bo vê pozisyonê hatibe dinyayê, wiha ji xwe bawer û rihet bû. Kebba bi xwinsariyeke cemidî, heqê pozisyona xwe ya nû da. Qet xeletiyek pêk neanî. Henrik jî li milê çepê weke Robin û Kebba tevgirtineke bêhempa anî holê. Ku bergirî wiha bi zanebûn û ji xwe razî tevgirt, DalKurd ji dawiya lîstike pir ewle bû.

Jixwe ku dawiya lîstikê, bi gotineke din bergiriya timê xweş bilîze, tim bi serxwe tê û bi bawer dilîze. Ew mercekî futbola nûjen e.

Sê bergirî li paş û penc futbolîst di qata navîn de ku bi hev re tevgirtin, bi hev re çûnûhatin, êdî bergiriya wê timê zor zahmet têk diçe. Doh wêneya DalKurd wiha bû. Bergirî û qada navîn weke'' otomobileke kompact'' baz dinan hawara hev. Mesele ew bû jixwe. Heya doh DalKurd nikaribû vê meselê çareser bike. Lewma di her maçê de têk diçû.

Di qada navin de min herdu bazik pir ecibandin. Moenza û Simon weke '' kara trena nav Batman û Diyarbekir'' bê rawest diçûn û dihatin. Çûnhatina wan jî ne vala bû. Êrişên ku wan dikir, dikir ku DalKurd temamê maçê di nivsahaya Brommapojkarna' de bilîze. Herdu jî, gava ku gog digihîşt DalKurdê, wan diçû pişta xwe dida xeta taçê û mecbûr bergiriya Brommapojkarna weke pêlên behrê ji hev diqetiya.

Turay nişan da ku ew Santraforê DalKurdê ye. Cevdet Ayaz jî baş bû. Lê ez ê cîyekî mezin ji Sugita re vekim. Sugita futbolistekî taybet e. Ew hunermendê DalKurd'e ye. Bi gogê re weke canbazekî ye. Dikare bi gogê re her tiştî bike. Ji wî, bi gogê kesên beza nîne. Lewma diviya ku Rahinêrê DalKurdê ji bo SUGİTA planeke taybet biafirîne. Nexasim ji bo maçên deplasmanê ew plan şert e. Bê plana taybet a Sugita, DalKurd wê di maçên deplasmane de şerpeze bibe.

Di vê maçê de kalevan ne têde, min hemû futbolistên DalKurdê ecibandin. Mixabin baweriya min qet bi kalevan nehat. Lê dîsa jî;  "tu bi xêr hatî DalKurd. Riya te vekirî be. Her bijî DalKurd!"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin