Bi tometa anîna parê sexte ji Îranê ve kesek hat girtin

Bi tometa anîna parê sexte ji Îranê ve kesek hat girtin

Lîwa ya 3 ya zîrevanên sînor bi daxuyanîyekî ve amaje bi wê yekê dike ku bi tometa anîna parê sexte ji Îranê ve bo herêma Kurdistanê kesek hatîye girtin û dest li ser otomobîla wî de jî hatîye girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şeva borî 16.02.2020ê Lîwa ya 3 ya zîrevanên sînor, daxuyanîyek di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Duh ji alîyê tîmekî fewca 2 ya Helebçe li sînorê Sergetê, dest bi ser otomobîlekî de hatîye girtin, 60 milyon û 489 hezar dînarê Iraqê, milyarek û 100 milyon û 288 hezar tûmenê Îranê di wesayîtê de bû.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Xwedîyê wê yê bi navê S.S.R. xwestîye pareyê sexte ji Îranê ve derbasî herêma Kurdistanê bike.’’


Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin