"Bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê rûhê Mele Mistafa Barzanî yê nemir şad bibe"

"Bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê rûhê Mele Mistafa Barzanî yê nemir şad bibe"

PAK Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi mebesta bibîranîna 38emîn salvegera wefata wî bibîr anî.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi mebesta bibîranîna 38emîn salvegera wefata wî bibîr anî.

Îro,1ê Adarê 38emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî ye. Barzanî di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja 01.03.1979an koça dawî kiriye.

Bi helkefta salvegera Mela Mistefa Barzanî, PAKê daxuyaniyek da û ragihand ku  yekgirtina hemû kes û alîyên netewî, Kurdistanî, bi hildana ala Kurdistanê, bi xwedîlêderketina destkeftîyên her çar perçeyên Kurdistanê dê ruhê Mele Mistefa Barzanî yê nemir şad bibe.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

“Bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi azadiya hemû  perçeyên Kurdistanê dê rûhê Mele Mistafa Barzanî yê nemir şad bibe.

Em di 38emîn salvegera koça dawîn a wî de, rêberê gelê Kurdistanê  Mele Mustafa Barzanî yê nemir bi giramî bibîr tînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin