Bi sedan koçberên Rojava gihîştin Başûrê Kurdistanê

Bi sedan koçberên Rojava gihîştin Başûrê Kurdistanê

Bi sedan welatîyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê derbider bûne, gihîştin Başûrê Kurdistanê.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Bi sedan welatîyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê derbider bûne, gihîştin Başûrê Kurdistanê.

Êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne, bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne.

Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî ragihandîye, şeva borî derdora 750 kesên ku ji ber êrişên Tirkîyê koçber bûne, bi rêka derîyê sînorî yê Sêmalka-Pêşabîrê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Li gorî agahîyan, bi vî rengî ji destepêka êrişên Tirkîyê ve heta niha derdora hezar derbiderên Rojava derbasî Başûr bûne.

Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî daye zanîn, ew koçberên Rojavayî li devera Berdereş ya Duhokê hatine bicîhkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin