Bi radestkirina C. Ayazî dewleta Sirbîstanê jî bû şirîkê sûcê Tirkîyeyê

Bi radestkirina C. Ayazî dewleta Sirbîstanê jî bû şirîkê sûcê Tirkîyeyê

PAK-Ewrûpa nameyek vekirî ji parlamenter, partîyên siyasî, medya û rêxistinên mafê mirovan û baroya Sirbîstanê re şand: "Gelê Kurd dostê gelê Sirbîstanê ye. Em bawer dikin ku gelê Sirbîstanê dê li hemberî vê neheqîyê bê deng nemîne."

A+A-

Nameya PAK EWRÛPA em li jêr çap dikin.

Nameyeke vekirî ji raya giştî ya Sirbistanê re

Berêzan;

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)  li Bakurê Kurdistanê ku di bin desthilatdarîya Tirkîyeyê de ye weke partîyeke yasayî xebatên xwe dimeşîne.

 

Cevdet Ayaz Serokê Teşkîlata PAKê ya Mûşê ya berê bû.

 

Cevdet Ayaz bi awayekî nehiqûqî  ji ber daweyeke sîyasî  di sala 2001an de hatibû girtin. Piştî demekê tê berdan.Gelek kesên ku bi wî re hatibûn girtin, tu ceza nexwarin. Lê Cevdet Ayaz û çend hevalên xwe 15 sal ceza xwarin.

 

Cevdet Ayaz piştî ku cezaya wî li Mehkemeya Bilind  a Tirkîyeyê hate tesdîq kirin, li Sirbîstanê  hate girtin.

 

PAK partîyeke yasayî ye û 3 sal berê hatîye damezirandin, doza azadîya neteweya Kurdistanê bi rîyên ji şîdet û tundîyê dûr diparêze.

 

Cevdet Ayaz ji 18 salîya xwe ve di nav tevgera Azadîya Kurdistanê de cî girtîye. Dezgehên dadgehî yê Tirkîyeyê bi îddîanameyên bêbingeh xortên Kurd yên ku ji bo azadîya welat û miletê xwe xebatê dikin cezayê hepsê bi ser wan ve dibarîne. Cevdet Ayaz jî yek ji wan e ku 15 sal cezayê hepsê xwarîye.

 

Ji bo 15 sal li hepsê ranekeve, Cevdet Ayaz rîya Ewrûpa girt û rîya wî di welatê we re derbas bû û li welatê we hate girtin. Li dor salekê girtî ma. Amnesty International bi huquknasê xwe beşdarî mahkemeya wî bû û ji bo radestî Tirkîyê neyê kirin hewlên xwe kirin. Hin komele û kesayetîyên Sirbistanî ku mafê mirovî diparêzin jî ji dewleta xwe  daxwaz kirin ku Ayaz mafê rûniştinê bigre û ji bo Tirkîyê neyê şandin.

 

Mahkemeya we ya ku li doza Ayaz dinêrt, 3 caran daxwaza radestkirina wî ya ji bo  Tirkîyeyê red kir. Lê Wezîrê Adaletê cara çarem gihîşt armanca xwe û  di rojên Noelê de ew radestî Tirkîyeyê kirin.

 

Di vê sala dawîn de bi hezaran Kurd û Tirk ji ber xetera heps û zilma dîktatorîya Dewleta Tirkîyeyê  îlticayî dewletên Ewrûpayê kirine, lê heta nuha yek kes jî radestî Tirkîyeyê nehatine kirinê û mafê penaberîyê jî girtine.

 

Dewleta Sirbîstanê, Cevdet Ayazê ku 15 sal cezayê hepsê ji ber kurdayetîya xwe wergirtîye, li gel yasayên Yekîtîya Neteweyan, peymanên Mafê Mirovî yên Ewrûpayê û prensîbên Yekîtîya Ewrûpayê, radestî Tirkîyeyê kir.

 

Ji bo me xemgînî û dilşikestineke mezin e dewleta Sirbîstana ku xelkê wê jî wek me Kurdan, zulm û zordarî dîtîye  yasayên Yekîtîya Neteweyan binpê dike û Ayaz radestî dewleta Tirkîyeyê dike.

 

Êdî veger lê tune ye.  Ayaz wê 15 sal di hepsê de bimîne, bêsûc, tenê ji bo Azadîya miletê Kurd têkoşaye. Sûcdar Dewleta Tirkîyeyê ye, lê mixabin bi radestkirina Cevdet Ayazî Dewleta Sirbîstanê jî bû şirîkê sûcê Dewleta Tirkîyeyê.

 

Em bangî hemû gelê Sirbîstanê û bangî her kesekî  ku li dijî neheqîyê ne, mafê mirovan, demokrasî û azadîyê diparêzin dikin ku, li dijî vê helwesta Wezereta Dadê ya li dijî mafê mirovan e, li dijî hiqûqa nevneteweyî ye, em hêvî dikin ku dengê xwe bilind  bikin. Gelê Kurd dostê gelê Sirbîstanê ye. Em bawer dikin ku gelê Sirbîstanê dê li hemberî vê neheqîyê bê deng nemîne.

Em wek PAK-Ewropa vê neheqîya ne mirovane, bi dengekî bilind pirotesto û rûreş dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin