Bi piştgiriya RSFyê wê “Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal” pêk were

Bi piştgiriya RSFyê wê “Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal” pêk were

.

A+A-

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Botan International dê bi hev re di navbera 15 πu 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020ê de Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bînin.

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Botan International dê bi hev re di navbera 15 πu 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020ê de Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bînin.

Herkes dikarin daxwaza beşdarîyê bikin. Herdu sazî ji bo jinan û rojnamegeran rêxweşker in.

Di kargehê de rojnamegerên xwedan tecrûbe yên ji bo medyaya kurdî û cîhanî kar dikin dê dersên rojnamegerîya dîjîtal bi zaravayê Kurmancî bidin.

Ji bilî rojnamegeran kurdolog, Doç. Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan, pispora zayenda civakî Dr. Isabel Kaser û parêzer Şîraz Baran jî dê dersan bidin.

Kargeh dê li ser bernameya Zoomê (saet 18.00-22:00ê) bi awayekê dîjîtal pêk were.

Li gor girêbesta herdu sazîyan divê her beşdarek di her dersê de îmzeyê(destnîşan) bide, lê ji ber ku online-e li şûna wê di her dersekê de her beşdar mecbûr in kameraya xwe veke û xwe nîşan bide.

Piştî perwerdeyê ji bo kesên beşdarîya hemî dersan kirine sertîfîka dê bê dayin.

Hemî ders bi Kurmancîyê ne û bêpere ne.

Piştî kargehê wê ji pêşkêşiyên dersdaran û nîqaşan "E-pirtûka Rojnamegeriya Dijîtal a Kurdî" were amadekirin. 

Kî yê dersan bidin?

Dr. Isabel Kaser (Zanîngeha Bernê, Swîsra) - Zayenda Civakî, jin û civaka kurdan

Murî Darida (Rojnamegera Serbixwe, Almanya) - Gelo jinên kurd li medyaya Ewropayê çawa cih digirin?

Hatîce Kamer (BBC, SBS) - PodCastên kurdî çawa tên amadekirin?

Sertaç Kayar (Reuters) - Taybetmendîyên wêneyên ji bo medyaya dîjîtal çi ne?

Mahmut Bozarslan (AFP, VOA) - Weşana zindî ya li Medyaya Civakî divê çawa be?

Alî Duran Topuz (Gazete Duvar) - Birêvebiriya medyaya dîjîtal

Gulîstan Korban Rençber (Ortadogunews) - Amadekirin û pêşkêşkirina vîdeo-nûçeyan

Doç. Dr. Ibrahîm S. Aydogan (Zanîngeha Inalcoyê) - Medyatîv û rastnivîsîna nûçeyan

Omer Faruk Baran (VOA) - Bijartin û amadekirina nûçeyên li medyaya dîjîtal

Ferîd Demîrel (bianet) - Divê di medyaya dîjîtal de hevpeyvîn çawa bin?

Şîraz Baran (Parêzer) - Mafên bikarhêner û nûçegihanên medyaya dîjîtal

Safîye Alagaş (JinNews) - Nûçegihanîya jinan - tecribe û pêşniyar

Rêdûr Dîjle (MA) - Nûçegihanîya ajansên Kurdî

Mesûd Muhemmed (Kurdistan 24) - Nûçegihanîya li meydanên şerî

Murat Bayram (Botan International) - Nûçegihanîya navneteweyî: Pîvan û etîk

Ji bo beşdariya kargehê forma li jêr bitikîne û wê tijî bike

 https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScpyZ-9FUI5jI29-HnLklwmcgRD52DF0Rz2AKQwklTVqCMepg/viewform

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin