Bi operasîyona şevê; Hevserok û 9 mebûsên HDPê hatin desteserkirin!

Bi operasîyona şevê; Hevserok û 9 mebûsên HDPê hatin desteserkirin!

Demirtaş di hesabê xwe yê twitter de gotîye; polis bi darê zorê ji malê birine qereqolê.

A+A-

Hat ragahandin ku polês di heman demê de li Diyarbekir, Wan, Heqerî, Şirnex û Çewlikê operasîyon li dar xistiye û hevserokên HDP Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û mebûsên Partîyê yê Diyarbekirê Ziya Pîr, yên Şirnexê Leyla Birlik û Ferhat Encû û yê Anqerê Sirri Sureya Onder hatine desteserkirin. Perwîn Bûldan got;11 mebûsên wan hatine binçavkirin. 

Şewirmendê Yuksekdag, Sitki Gongur gotiye; seat 00.01 (4.11.206) de polis derîyê xaniyê wê şikandîye û Figen Yuksekdag ji malê birine.

Polis saet di 00.30 şevê de li Diyarbekirê bi operasçyenekî hevserokê HDP Selahettin Demirtaş ji mala wî birine. Demirtaş di hesabê xwe yê twitter de gotîye; polis bi darê zorê ji malê birine qereqolê.

Wezareta Karûbarê Hundir yê Tirkiyê di derbarê girtinê de daxuyanî daye: Di daxuyanîyê de dihê gotin; Bi talîmatên serdozgerîyên Diyarbekir, Şirnex, Heqerî, Wan û Çewlikê; Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Selahettîn Demirtaş, Idris Baluken, Figen Yuksekdag Şenoglu, Sirri Sureyya Onder, Zîya Pîr, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan hatine girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin