Bi nêrîna min rejîm bêhtir ji têkoşîna sivîl ditirse

Bi nêrîna min rejîm bêhtir ji têkoşîna sivîl ditirse

Li Tehranê her kî, ji çi îdeolojî û siyasetê be, eger amade be pirsgirêka Kurd çareser bike, ew muxetabê me ye

A+A-

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK), Xalid Ezîzî dibêje rejîma Îranê 37 sal e tenê rêya şer ji kurdan revekiriye.

Sekreterê PDK-Iyê Azîzî dibêje pêwîst e li Rojhilatê Kurdistanê binyataçalakiyên siyasî bê danîn, lêbelê ji ber ku rejîm ji têkoşîna sivîl ditirse li pêşiyahewl û gavên wisa rêgir e.

Azîzî got: "Li Îranê me sîstema şahîtiyê dît, me ya îslamî dît. Lê me temînat nîne siyaseta Îranê liser Kurd piştî rejîma îslamî dê biguhere."

We dirûşma rûxandina rejîma îslamî daye aliyekî. Hun di wê baweriyê dene ku divê bi awayên rastexo yan nerastexo karê siyasî ligel Îranê bê kirin?

Bi nêrîna min ew ne dirûşma Kurd e, li Îranê. Ewên ku dixwaze rejîmê birûxînin divê xwe alternatîf bin. Kurd ne alternatîfê desthilatê ye li Îranê. Xebat û têkoşîna me ji bo mafên me ye. Li Tehranê her kî, ji çi îdeolojî û siyasetê be, eger amade be pirsgirêka Kurd çareser bike, ew muxetabê me ye.

Kurd ne di wê hêz û rolê de ye serkirdatî û rêberiya rênexşeya siyasî ya Îranê bike, eger rejîma îslamî qels bibe yan birûxe.

Baştirîn senaryo ji me re ew e qels bibe yan birûxe, lê wê demê em dikarin rêya xwe tenê diyar bikin.

Li Îranê me sîstema şahîtiyê dît, me ya îslamî dît. Lê me temînat nîne siyaseta Îranê liser Kurd piştî rejîma îslamî dê biguhere.

Hun çiqasî bawerî bi giftûgoyan ligel rejîma Îranê ku Qasimlo û Şerefkendî liser maseyê danûstanê şehîd kirî tînin?

Rejîm tu niyaza wê nîne digel me bikeve giftûgoyan. Lê me jî hemû hêkên xwe naxine eynî selikê. Erka me ew e em hewl bidin cihên ku hikûmet jê zirarê bibîne yan mecbûr dimîne guherînan bike kar bikin. 

 Komara Îslamî ya Îranê 37 sal e meydana şer ji partiyên Kurdistanî re daniye. Xwestiye me ji xelkê veqetîne û pirsgirêka Kurd wekî tenê bi partiyên siyasî re be nîşan bide. Em divê êdî nehêlin wisa bike.

Hun digel Tehranê axaftin. Ev axaftin kengî û li kû pêk hatin?

Beriya du sal û nîvan, di tekane hevdîtinê de me got: Ev 37 sal e em li dijî we şer dikin, me nikariye we birûxînin. We jî nikariye me ji meydana şer derxînin. Naxwe hem Komara Îslamî û hem pirsgirêka Kurd li Îranê heqîqet e. Qebûlkirina wan dê herdu aliyan ber bi lêgerîna çareyekê ve bibe. Me ji vê hêlê ve pêşniyaza çareseriyê kir.

Me mixabin hê bersiva wê hevdîtina me ya li Hewlêrê wernegirtiye.

Eger hun bersiveke erênî wergirin, hun dê li Îranê dest bi xebata siyasî bikin?

Li Rojhilatê Kurdistanê eger rêya xebata siyasî bê dayîn, tu hênceta partiyên siyasî namîne li derveyî Îranê kar bikin. Pêwîst e binyat ji bo xebatên siyasî bê danîn.

Hun hêvî dikin Îrana ku berê ji sîstema cîhanî qewirîbû, piştî bi Ewropa û Amerîkayê re lihev kir bê û bersiva we bide?

Eger hêzên navneteweyî bikevine nav vî îşî, rêxistinên mafên mirov çavdêriya Îranê bike, Îran dê gav biavêje.

Eger hemû pertiyên Rojhilat xwedî heman helwest bin bi we re, Îran dê bê ser maseyê giftûgoyê?

Divê em li hemberî Îranê xwedî yen navnîşanê bin. Pêwîst Kurd yekdeng û yekrêz be.

Partiyên din ên Rojhilat dixwazin xebata çekdarî berdewam be?

Ev 37 sal e em bi rêbazên cihê têdikoşin. Divê ev têkoşîb bigihe encamekê. Ya rastî me dev ji xebata çekdarî bernedaye. Gelo em bi vî awayî dikarin bikin ku Komara Îslamî bersiva me bide. Bi nêrîna min rejîm bêhtir ji têkoşîna sivîl ditirse.

Dixwazî çi bibêjî ji desthilatdarên Îranê re?

Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn giha astekê ku înkar lê nayê kirin. Ji bilî dana mafên Kurd, tu rêyeke din li pêşiya Komara Îslamî ya Îranê nîne.

Hun amade ne ji giftûgoyê re?

Em ê temaşe bikin bi mebesta çi têne ser mase.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin