Bi mûşekan Heşda Şeibî êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir

Bi mûşekan Heşda Şeibî êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir

.

A+A-

Heşda Şeibî, bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir. Di encamê de, 4 serbaz birîndar bûn.

Li gor zanyariyên ji medya Iraqê, piştî Fermandariya Operasyonên Enbarê biryar da wêne û alayên hemû koman li parêzgehê ji holê rake û tenê ala Iraqê bimîne, di navbera Heşda Şeibî û Fermandariya Operasyonên Enbarê de pirsgirêk derket û bi rêya mûşekan baregeha fermandariyê hat armanckirin û çar serbaz birîndar bûn.

Serkideyekî Heşda Şeibî berî niha gefa destbirîna Fermandarê Giştî yê Operasyonên Enbarê xwaribû, eger wêneyên Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ji ser cadeyan rake.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke lêkolînê were pêkanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin