Bi mûşekan êrîşî Bendera Laziqiyê hat kirin

Bi mûşekan êrîşî Bendera Laziqiyê hat kirin

.

A+A-

Medyaya Sûriyê ragihandiye ku serê sibeha îro sêşemê sîstema berevaniya esmanî ya artêşa wî welatî rûbirûyî êrîşeke mûşekan a Îsraîlê bûye ku Bendera Laziqiye armanc kiriye û di encamê de agir bi çend kontêneran li wê benderê ketiye.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye ku Îsraîlê demjimêr 3.21 xûlekên serê sibeha îro Meydana Kontêneran li Bendera Laziqiyê bombebaran kiriye,

Li gor heman çavkaniyê, piştî êrîşa bi mûşkan agir bi çend kontênerên li Bendera Laziqiyê ket û ziyaneke darayî ya mezin li pey xwe hiştiye.

Berî niha jî di 7 vê mehê de, careke din heman cih li Bendera Laziqiyê rastî êrişeke mûşekî hatibû.

Tevî ku Sûriye, Îsraîlê bi pêkanîna êrişê tohmetbar dike, lê Îsraîlê bi fermî derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.

Gelek caran êrişên esmanî û mûşekî di nav axa Sûriyê de tên encamdan û tê gotin ji aliyê Îsraîlê ve tên encamdan, lê piraniya caran hikûmet û artêşa Îsraîlê derbarê wan êrişan de ti daxuyaniyan nadin û bi fermî wê yekê piştrast nakin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin