Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê

A+A-

Roj derbas nabin, ku di medyayê da nûçeyek xemgîn û dilêş neye weşandin; li bakurê Kurdistan’ê, taybetî li rojhelatê Fêrêt şer û pevçûnên dijwar hene, rojane çend kes, esker an gerîllayên PKKê jîyana xwe jidest didin.

Di van şer û pevçûnan da hemû cûre çek bikartên, firokên şer gellek deveran bombebaran dikin, madî û manewî zerarên fireh rû didin.

Rewşa îro wekî salên nodî ye, mixabin li bakurê Kurdistan’ê şerekî dijwar didome û rayedarên dewletê, wekî serokkomar û wezîrê karêhundir peyamên şerûd didin.

Serokkomar gefan dixwe û bang dike ku wekî çendên car gotibû, „ketin şikeftên teroristan (ew dibêje ‚în‘)“ û dê hêj jî têkevin.

Ketin û derketina „şikeftan“ bêbedel nabe, him gerîlla û him jî eskerên Tirk bedelên giran didin, lê ne xem e wezîrê karêhundir behsa tolhildanê dike, mixabin li ser gotin û bangê wî şer dijwartir dibe.

Her çiqasî min rewşa îro şiband salên nodî jî, bi gellek hêlan va îro ji rewşa wê demê xerabtir e.

Di salên nodî da rayedarên dewletê carina behsa zagonan, qanûnan dikirin, lê îro di axaftin û peyamên rayedarên dewletê da, taybetî di ên serokkomar û wezîrê karêhundir da tenê peyvek jî tine ye ku behsa zagonan, qanûnan bêt kirin.

Gelo zagon hene, qanûn hene, an …?

Ger li dewletekê, rayedar ne behsa zagonan, berevajî qîrinîya tolhildanê bikin, êdî ev dewlet e?

Em dizanin ku dewlet bi zagonan va pabend e, dema ev peywendî xera bû êdî ev nabe dewlet.

Di rojên dawî da li Ciyayê Tendûrek’ê şerekî dijwar didome û bi dehan şervan an eskeran jîyana xwe dest dane/didin.

Herweha li herêma Şemzînan’ê jî şer heye, nûçeyên xemgîn di medyayê da cî digrin.

Bi dehan car, bi sedan car hat nivîsin, hat gotin ku pirsa Kurdistan’ê, ne tenê bakurê Kurdistan’ê herweha li herçar parçeyên din jî bi şer û pevçûnan, bi wêrankirinê çareser nabe.

Li bakurê Kurdistan’ê bi dehan salin ku şerekî dijwar berdewam e, bi deh hezaran kesî jîyana xwe ji dest da, bi hezaran gund û bi dehan bajarên bakurê Kurdistan’ê  hatin rûxandin û kavilkirin, bedelên madî bi sedan milyar dolar in, lê hêj di bergeha aştîyê da gavek erênî jî nehatiye avêtin.

Me Kurdan tenê dibistanek jî tine ye.

Kî nin, berpirsyarê vê karesatê?

Ne tenê em Kurd, herweha dost an dijmin, her kes dizane ku ev pirsgirêk, ango pirsgirêka bakurê Kurdistan’ê bi rêgezên demokratîk û bi dîyalogê çareser dibe.

Dîsa herkes dizane, ku bi kuştinan, bi rûxandinê, bi wêrankirinê çareserî nabe, berevajî hêj griftir dibe û kerxa civatê fireh û mezintir dibe.

Kî ne gêncên tên kuştin, li Tedûrek’ê, li Colemêrg’ê, li Semsûr’ê û herweha li her çarhêlên bakurê Kurdistan’ê?

Em jî dizanin, dewlet jî dizane ku ew law û keçên vî gelî ne.

Ez jî stratejîya PKK û şerê çekdarî napejirînim, lê nabe em çavên xwe li kuştinên law û keçên ra bigrin.

Bila dewlet zanibe, ku bi kuştinê nabe, divê dewlet destê xwe bona dîyalogê dirêj bike, rêya aştî û demokrasiyê bi kar bîne.

Bê guman, him di hundirê Tirkîyê da û him jî, di cîhanê da gellek derdor û dewlet dê amede bin ku alîkarîyê bikin.

Bi çareserkirina pirsa bakurê Kurdistan’ê rewşa Tirkîye’yê dê bêguhertin û îmaj û hêza wê ya aborî û civakî dê bilindtir bibe.

Kesên berevajî vê dibêjin, yên ku tenê ji kuştin û wêrankirinê fam dikin, bila bawerîya rayedarên Tirk hebe, ku ew ne dostên Tirkîyê ne.

26.05.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin