Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bi Kurdan re „Dijmin" û bi Dijminan re „Dost"!

A+A-

Li ser rewşa Başûrê Rojavayê Kurdistan û rêveberîya PYD-YPG û „xweserîya Demokratîk" pir tişt hatin nivîsandin. Rexnên di cîh de hatin kirin. Xwepêşandan hatin li darxistin. Ji bona protestokirina rêveberî ya PYD û „xweserîya Demokratîk" kurd ketin grewên birçîbûnê. Lê berpirsiyarên PYD û rêveberîya xweser her gotin:

"ew tuhmet in û em hemûyan jî red dikin."(!)

Di derheqa PYD-YPG û "rêveberîya xweser" de rexneyên min bibingehîn li ser îdeolojîya Rêxistinê, li ser rêkvebirina rêxistinê, helwesta wê a Polpotî, helwesta wê li ser kurdan, helwesta li henber rêxistinên kurdan û têkilîyên PYD bi Îran û Sûrîye û İraq re bûn.

Di hinek waran de pir tişt eşkere û li meydanê bûn:

PYD û hêza wê yên asayîşê îdîa dikirin ku herêmek di destê wan deye û li wê herêmê civatê birêve dibin. Di warekî "demokratîk" de.

Lê rastî ne wilo bû: Bi sedan kurd dihatin girtin, dihatin terorîze kirin, dihatin kujtin. Bi 100 hezaran kurd ji ber dîktatorîya vê asayîşê û „Rêveberîya Xweser", koçber dibûn û welatê xwe diterikandin!

Pirsa min yek jê ev bû:

Welewkî we li Başûrê Rojavayê Kurdistan ji kurdan re cennetek ava kirîye, ma kurdên herêmê ahmeqin ji vê cennetê direvin û terkewar dibin?

Helbet ji terefên PYD û asayîşa wê de bersîvên ku dihatin, tenê redkirina van rexneyan nebû, xwedîyên rexneyan û muhalefeta xwe jî tehdît dikirin û digotin: "emê wan bigirin û bi sûcê îxanetê wan ceze bikin, bavêjin dervê welat û dest deynin ser mal û milkên wan"(!)

Bi van gotinan ve ispat dikirin ku tevgerek Polpotî bi navê PYD û YPG li Başûrê Rojavayê Kurdistan bicîh bûye û ji xwe re bi alîkarîya hinek dewletên herêmê birêve diçe. Ev rêveberî rexne û îttîrazan reddike û wek her tevgera totalîter karê xwe dimeşîne.

Berî bi çen rojan li ser PYD-YPG û rêveberîya Xweser, rojnamevanekî Amerîkî Raporek, li li ser navê Roy Gutman di kovara "The Nation" de weşand. Roy Gutman, di warê lêkolîn û pêdeçûnê de kardike. Raporek balkêş e û di 6 mehan de amade kirîye.

-Kovara "The Nation" a Amerîkî, kovarek herî kevin û xwedî hejmarek mezin a xwedevan digire dor xwe. Ev kovar ji sala 1865 an de bê rawestandin derdikeve û dikeve destê şopînerên xwe. Rapora Roy Gutman, bi hûrgilî di derbarê binpêkirinên PYD û asayîşa wê de ye.

Roy Gutman yek ji rojnamevanên Amerîkî yê navdar e. Xelata Pulitzer wergirtiye û ew xelat jî mezintirîn xelat e di warê rojnamgeriyê de.

Navê raporê;

"Ma Kurdên Sûriyê tawanên şer encam dane?"

Rapor bi hevoka; Rojavayê Kurdistanê bi tevahî di bin desthilata Îran û rêjîma Esed de ye." (!) Destpê dike.

Di raporê de gotinek balkêş ji devê yek ji berpirsên pilebilind ya rêjîma Esed bi navê Mihemed Nasir derdikeve û eşkere dike ku:

"Me gelek hevkariya wê hêzê kiriye, ta ku li wê navçeyê xwe bi rêkxistin bikin û xwe birêve bibin û bo wê mebestê jî, nîvê qazenca petrolê li wê navçeyê ji bo xwe bikar bînin û ji aliyê artêşa Sûriyê ve jî çek û pêdiviyên leşkerî ji wan re dabîn kirin."

Mihemed Nasir (Qadroyek ji Emîn Dewlê(Teşkîlat a istihbarata Surîye) rêveberê îstîhbarata Surîye û wek berpirsiyarê Başûrê Rojavayê Kurdistan tê nasîn)di gotina xwe de a di derheqa Serokê PYD Salîh Muslum de eşkere dike ku;

Wê demê Salih Mislim ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve gilî û doz li ser hebûye, lê Qasim Suleymanî (berpirsekî İstîhbarata leşkerî a Îran e ku li herêmê bi navê birêvebirina karên terorê tê nasîn)hewl da pêwendiyê di navbera wan de (Sûrîye û PYD) baş bike."

Di warê destpêka geşkirina têkilîyên PYD û Dîktatorên BAASîyan de jî Mihemed Nasir eşkere dike ku:

 „di meha Adara 2011 an de li Şamê PKK û hikûmeta Sûriyê lihev civiyan û di civînê de bi PKKê re hate gotin: ‚Me hûn damezrandine û ji sala 1983 an ve piştevaniya we dikin, niha jî dem hatiye, ku hûn karekî bo me bikin.' "(!)

Mihemed Nasir, di derheqa biryarên di navbera PKK û îstîhbarata Sûrîye de jî dipeyive û dibêje:

di wê civînê de biryar hat dayîn ku rêvebiriya navçeyên Kurdî li Sûriyê bikeve dest PYDê, wek Qamişlo, Amûde, Serê Kaniyê,Kobanê û Efrînê û hin deverên din. Lê li hemberê jî li ser wê yekê jî rêkeftibûn, çend yekîneyên ser bi hêzên Esed li wan navçeyan bimînin."

Piştî eşkerekirina van têkilîyan, di derheqa siyaseta PYD û „rêveberîya Xweser" de jî eşkere dike ku Îstîhbarata Sûrîye û asayîşa PYD bi hev re hinek karên tetorî li henber hinek siyasetmedarên kurdan meşandine. Bi rewşek emîn dibêje:

„Serokê Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Meşel Temo, ku serkirdeyekî Kurd li dijî Esed bû, di 7ê Cotmeha 2011 an de ji aliyê PYDê ve hate kuştin"(!)

Rapor di derheqa terorkirina siyasetmedarên kurdan de dom dike û tê gotin ku:

piştî wê yekê zincîra kuştin û terorkirinê dest pê kir û neyarên Esed hatin armanckirin û kesekî wek Mehmûd Welî di meha Îlona 2012an de û Ehmed Bonceq di meha Îlona 2013an de hatin kuştin."

Dadwerekî Kurd bi navê Îbrahîm Hesen Jî di raporê de nerîna xwe di vî warî de eşkere dike û diçespîne ku;

Bê gûman PYD di bin desthilata Esed de kar dike û neyarên Esed derdike û dikuje û xelk jî bê serûşûn dike."

Pir caran ez li ser kirinên PYD û Asayîşa wê sekinîme û min bal kişandîye ser îdeolojîya wê, kirinên wê û dolivgerîya wê û min gotîye:

„Hêzek bi serê xwe, xwe serdest îlan kirîye bê ku hurmetê ji yên din re bike" Jiyan ji tu hêzên din yên Kurd re nehiştîye û bûye ku îro li ser axa Kurdistan, Kurd li henber desthilatdarîya beşek ji Kurdan, bi çavê koletî xistîye bin bandorek neyênî. Her ku diçe cîhê jiyanê ji wan re teng dibe. Bandorek xerab li ser van zêde dibe û ev jî dibe sebebê valakirina Başûrê-Rojavayê Kurdistan. Şewitandina wargehên Kurdan, gulekirina xwepêşandanên girsê; ev tenê bi serê xwe dipejirîne ku li Rojavayê Kurdistan tiştek serast nameşe û bingehek aloz ava dibe ku wê serê Kurdan biêşîne! Kurd mecbûrin bi tûndî li henber van kirinan helwestê bigirin."

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin