Bi kirmanckî/zazakî 2 dîwan

Bi kirmanckî/zazakî 2 dîwan

Dîwana damezrênerê mezheba şafîtiyê Îmamê Şafî û ya Baba Tahîrê Uryan ku yek ji wan girîngtirîn kesê Edebiyata Kurdî ye, ji aliyê Feqî Çolig ve bo zaravaya zazakî (kirmanckî) hat wergerandin.

A+A-

Dîwana damezrênerê mezheba şafîtiyê Îmamê Şafî û ya Baba Tahîrê Uryan ku yek ji wan girîngtirîn kesê Edebiyata Kurdî ye, ji aliyê Feqî Çolig ve bo zaravaya zazakî (kirmanckî) hat wergerandin.

Werger û nivîskar Feqî Çolig ji Rûdawê re da zanîn ku kurdên henefî yên li Tirkiyeyê û kurdên ceferî yên li Îranî ji nasnameya xwe dûr ketine, lê yên şafî ew parastine.

baba_tahir.jpg

Çolig da xuyakirin ku medreseyên Kurdistanê aşinayê helbest û berhemên Şafî ne û got: “Girîng e ku zimanê kurdî jî li wan deran cih bigire. Bêguman, ewê bi Dîwana îmamê Şafî pêk were.”

Nivîskar dixwaze qewmê wî Dîwana Baba Tahîrê Uryan nas bike, wê yekê jî wekî girîngtirîn sedema wergerandinê nîşan da û got:

“Berhema Baba Tahirê Uryan ji bo pêşketina Edebiyata Farisî gelek girîng bû. Li Îranê ji 7 salî heta 70 salî xelk, wî helbestvanî nas dikin. Piraniya civakê çendek risteyên wî ji ber kirine. Sedema wergerandina min jî ew e ku bila kesên zazakîaxiv çend risteyên wî di bîra xwe de bigirin.”

Feqî Çolid di sala 1971an de li navçeya Dara Hênê ya ser bi Çewligê ve hate dinê. Çolig, xebatên wî yên bi navê 'Mevlîdê Peximbêr Qêy Tûtonê Zazon', 'Qêy Tûton Heyat û Cûyayîşê Peximberon' hene û herwiha Qurana Pîroz jî bo zazakî wergerandiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin