Bi hunerê çanda Dêrsimê dide naskirin

Bi hunerê çanda Dêrsimê dide naskirin

.

A+A-

Pisporê dekorasyona xaniyan Sinan Sagol li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, bi xêzkirina mînyatûrên pezkoviyan û çêkirina çendîn berhemên derbarê Dêrsimê de hewl dide çanda bajêr bide naskirin. Sagol di berhemên xwe yên hunerî de cih dide Seyîd Riza û êş û azarên komkujiya Dêrsimê.

Pisporê dekorasyona xaniyan Sinan Sagol ku temenê wî 43 sal e, ww berî 4 salan li Dêrsimê bicîh dibe û li vê derê ji xwe re atolyeyeke hunerê vedike. Sagol li atolyeya xwe berhemên  hunerî ên wek ebru, mînyatur, magnet, bîblo û mozaîkê çêdike.

 Xwediyê Atolyeyê Sinan Sagol got: “Min li Zanîngehên Balikesîr û Celal Bayar a Manîsayê xwend, lê beşên ku min xwendine ne derbarê hunerê de bûn. Mereqa min a bo hunerê bi qasî ku tê bîra min heye. Eger ez li zaroktiya xwe bifkirim, min reng dida kevir û objeyên ku min dîditin. Min ji daran figûr çêdikirin, hesp û filan. Li gor rewşa daran, min reng dida wan. Min xwe di warê nîgarkêşiyê de pêşve bir. Ji bo pêşvebirina van karan atolyeyek bo min şert bû.”

Ew di berhemên xwe yên hunerî de cih dide yek ji Pêşengên Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û êş û azarên komkujiya Dêrsimê. Herwiha Pezkovî jî yek ji sembolên parêzgeha Dêrsimê ye û ji aliyê xelkê navçeyê ve wek ajeleke pîroz tê dîtin. Ew di berhemên xwe de pezkoviyan jî xêz dike û dixwaze bi vê yekê balê bikişîne ser xweza û jiyana ajelên kovî li Dêrsimê.

Sinan Sagol herwiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em xebatên cihanî bikin. Lê me destpêkê dest bi çanda vê derê kir. Wek mînak derbarê çanda vê derê de çi heye, xwezaya wê heye, tişta herî xweş a Dêrsimê xwezaya wê ye. Mirovên wê jî gelekî hewl didin xwedî lê derkevin û jiyana hov biparêzin. Tu vê yekê wek diyariyek didî mirovan. Wek mînak tu bîbloyekê çêdikî, peykerekî çêdikî û vê wek diyarî didî wan. Em wêne û bîbloyên ajelan çêdikin ku mirov dikarin wan li mala xwe deynin û her dem wan bibîr bînin.”

Sinan Sagol tevî ku xwendina wî ne li ser hunerê jî bû, lê ew li pey meyla xwe ya zaroktiyê çûye û dest bi karê hunerê kiriye. Sagol li ser sîparîşên taybet jî berhemên hunerî çêdike û wan difiroşe. Ew dixwaze van karên xwe yên hunerî berfirehtir bike û fêrî jinên navçeyê bike, ku ev yek bo wan bibe wek pîşeyekê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin