Bi hezaran Şirnexî di bin kolik û çadiran de dijîn

Bi hezaran Şirnexî di bin kolik û çadiran de dijîn

Zarok li ber sir û seqemê bêyî ku haya wan ji paşeroja wan hebe dileyizin û ji xwendin û hemû xizmetguzariyên tendirûstiyê bêpar cave wan li gezek nan e da ku pê bijîn.

A+A-

Li Şirnexê ji ber qedexeya derketina derve û şer û pevçûnan, nêzîka 90 hezar kesan neçar man ku ji bajarê xwe koç bikin. Hinek ji Şirnexiyan li navçe û gundên derdorê li ba xizm û merivên xwe bicîh bûn, hinek jî derbiderî bajarên din bûn. Lê nêzîka 2 hezar kes ku ji zarok, jin û kal û pîran pêk tên û rewşa wan a aborî nebaş e, ji neçarî li quntara çiyayê Cûdî din bin kolik û çadiran de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.

Şirnexîyên ku bi zorê debara jiyana xwe dikin her roj bi dûrbînan şer û pevçûnên li Şirnexê dişopînin û bi dehan zarok ji xwendinê bêpar di nav şert û mercên dijwar de jiyana xwe derbas dikin, pêdiviya wan bi hemû kelûpelên jiyanê heye, lê gazina ji wê yekê dikin ku heta niha tu aliyan alîkariya wan nekiriye ji xeynî gundên derdorê pêve.

Zarok li ber sir û seqemê bêyî ku haya wan ji paşeroja wan hebe dileyizin û ji xwendin û hemû xizmetguzariyên tendirûstiyê bêpar cave wan li gezek nan e da ku pê bijîn.

Li Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derve hatibû qedexekirin û şerê di navbera hêzên leşkerî yên dewleta Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de di 25 Gulanê de bi vekişandina YPSê rawestîya bû lê bajêrwêran bûye û ji herdu aliyan bi dehan kes bûne qurbanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin