Bi helkefta sala dehemîn a kursa kurdî, şayîyek hat lidarxistin.

Bi helkefta sala dehemîn a kursa kurdî, şayîyek hat lidarxistin.

Bi helkefta sala dehemîn a kursa kurdî, şayîyek hat lidarxistin

A+A-

Kursên kurdî ku ji alîyê mamosta Ewdil Dirêj va li Komkar Berlînê û li dibistana bilind Alice Salomon (ASH) tên dayîn ket sala xwe ya dehemîn.

Wek her sal, îsal jî li dawîya somesterê şayîyek ji alîyê mamosta E. Dirêj û beşdarên kursê va, li baxçeya Komkar Berlînê hat çêkirin.

Serokê Komkar Almanyayê rêzdar Dr. Rohat Geran, ji Komkarê rêzdar xanim Medîha  Lindner, Unal Yardimci, rêveberê Komkar Berlînê yê berê Fewzî Aktaş, yê nû Bawer   Dilmann, edîtorê kovara Şemamokê hêja Yado ciwan û beşdarên her du kursên kurdî, malbat û hevalên beşdaran di şayîyê da amede bûn.

Xanim Medîha Lindner li ser navê Komkarê bixêrhatinê da beşdar û mêvanan û got: „Komkar pûteyeke giranbiha dide ziman û kultura kurdî û ji vir şûnda jî ew dê berdewam bin di vî karê da. Xanim Lindner ji mamosta Ewdil Dirêj ra spas kir, ku mamosta Dirêj deh sal in bi rêk û pêk, bi hez û hîseke germ van kursên kurdî didomîne  û heta niha gelek kes li ber destên wî fêrî kurdî bûne.“     

Piştê bixêrhatin, xwarin û vexwarinê, mamosta Ewdil Dirêj axafinek kir û bawernameyên şagirtan dan wan. Şagirtan jî dîyarîyên ku ji bo mamostayê xwe anîbûn, danê. Mamosta Dîrêj di axaftina xwe da got: „Spas ji bo rêveberîya Komkar Berlîn û ASH yê ku destekê didin ji bo berdewamîya van kursên kurdî. Min van kursan bi hez û heweseke bêvegotbar anî sala dehemîn. Min heta ku teqet hebe ez ê dersên kurdî bidim. Çimkî çiqas hîn bikim, ewqas hez, hêz û kalîteya min a jîyanê bilind dibe.“ 

Li dawîya axaftin û dayîna bawernameyan, hunermend Ciwan Tengezar û hevalê xwe yê gîtarîst Mäx, bi saz û awazên xwe yên xweş şayîyê coşandin. Beşdar û mêvan hata dawîya şayîyê govend girtin. Ji şagirtan Demet û Cem Helvaci jî çend sitran gotin.    

Kursa kurdî ya dewreya pêş me dê roja 02.10.2016 an, saet di 16.00 an da li Komkar

Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê bike.

têl: 030 689 77 574                                                
email: [email protected]

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin