Bi dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê hat kirin

Bi dronan êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê hat kirin

.

A+A-

 Bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ji çavkaniyekî fermî ve ragihand, bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.

Li gor zanyariyan, êrîş bi rêya du dronan hatiye kirin.

Bi gotina heman çavkaniyê Rûdawê, dronek bixwe ketiye xwarê û drona din jî gulle berdanê xistin xwarê.

Hêj ti aliyekî fermî derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Ev êrîşa bi dron a li ser serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê piştî du rojan ji topbarana ser cihekî geştyarî li sînorê Zaxoyê tê ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê dibêje, topbarana li Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin, lê Tirkiye wê yekê red dike.

Roja Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Di heman roja êrîşê de li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku “êrîş ji aliyê Tirkiyê ve û bi 4 topan hatiye kirin.”

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin