Bi Bismîllah ”rabîa” xistin destûra xwe!

Bi Bismîllah ”rabîa” xistin destûra xwe!

Êdî pê ve yên ku xwe kurd dihesibînin û di nav AKPê de cîh digrin û bigrin; muteberbûna kurdperwerîya wan ciyê şikê ye!

A+A-

Îro (21-05-2017) Sêyemîn kongreya ne asayî ya Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AK Partî) li Enqerê li dar ket Serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan dîsa bû serokê partîyê.

Cigîrserokê Giştî yê AKPê  Hayatî Yazici diyar kirîye ku ‘rabîa’ ya ku serokkomarê wan Recep Tayyib Erdogan di her axaftina xwe de tekrar dike, ew li destûra wan a partîyê ya xala 4ê de hatîye zêdekirin; 'yek milet', 'yek al', 'yek watan' û 'yek dewlet' bûye prensîbeka bingehîn a partîya wan.

Yên ku vê prensibê qebûl neke nikare bibe endamê/a partîyê.

Dihê zanîn AKP 2002ê de li Tirkiyê li îktîdarê ye; di 16ê Nîsana 2017ê de bi referandûmekê sîstema birêvebirina Tirkiyê hat  guhartin, serokkomar dikare serokê partîyê be  jî. Avakarê Partîyê Recep Tayyib Erdogan ku niha serokkomarê Tirkiyeyê ye piştî guhertîna sîstemê dîsa bû serokê AKPê.

Yên ku xwe kurd dihesibînin û di nav partîya AKPê de cîh digrin û yên bigrin û piştgîrya wan dikin êdî ji kurdperwerîya wan divê şik bihê kirin; dibe ku ew bi kurdî zanibin lê ev guhartina destûra AKPê dihê wateya înkara miletê wan û ew jî bi vê awayê miletê xwe înkar dikin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin