Bi Amadekarîya PAKê Li Amedê Serîhildana Agirî û Komkujiya Gelîyê Zîlan Hate Gotûbêj Kirin

Bi Amadekarîya PAKê Li Amedê Serîhildana Agirî û Komkujiya Gelîyê Zîlan Hate Gotûbêj Kirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Amedê semînarek di derbarê Serîhildana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlan li dar xist.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Amedê semînarek di derbarê Serîhildana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlan li dar xist.

Semînar ji aliyê rêxistina PAKê ya li Amedê hati organîze kirin.

Îro roja şemîyê, 20ê Tîrmehê li bajarê Amedê, semînarek di derbarê Serhildana Agirî û komkujiya Geliyê Zîlan de hate lidarxistin.

Semînar di roja 20.07.2019an di saet 13:00an li Galerîya Amedê û li Jûra Muhasib û Mişawirên Malî hat e li dar xistin.
Semînar ji aliyê rêxistina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ya li Amedê ve hat organîzkirin û Hanîfî Turan moderatoriya wê kir.

Di semînarê de, Kerem Serhatli û Seîd Veroj wek axêver beşdar bûn.Lêkolîner Malmisanij jî di derbarê 2 hêjmarên Rojnameya Agirî de hinek agahdarî da.

Semînar ji du mijarên sereke pêk hat.

Semîner ji bo kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane re û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir

Piştî rêzgirtinê Hanîfî Turan axaftinek kir.

Hanifî Turan got: ‘Mirovên ji dîroka xwe ders wernegirin nikarin pêş bikevin. Divê dersên ku em ji dîroka xwe derxînin ji me re bibin pûsûlaya me  ya sereke’.

Hanifî Turan di dawîya axaftina xwe de got: ‘Em bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku jenosîdên kû pêk anîye qebûl bike û uzrê ji gelê Kurd bixwaze’ .


Di beşa yekem de lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj destûra axaftinê wergirt û di derbarê Rêxistina Xoybûnê û Şoreşa Agirîyê de agahîyên berfireh da.

Seîd Veroj got: Damezrandina Rêxistina Xoybûnê pêşengîya Şoreşa Agirîyê kirîye û berdewamî ya şoreşa 1925an e.

Di beşa duyem de, dîroknas, lêkolîner, nivîskar Kerem Serhatlî li ser Jenosîda Gelîyê Zîlanê agahiyên berfireh da, ku ew jî bi xwe ji wê dewerê ye û gelek kesên ji malbata wî di wê komkujîyê de jiyana xwe ji dest dane

Lêkolîner, nivîskar Malmisanij jî weke beşdar li Semînarê amade bû. Malmisanij di derbarê 2 hêjmarên Rojnameya Agirî de hinek agahdarî da.

Semînar piştî axaftinan bi nîşandana belgefîlmeke di derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan berdewam bû.

Pîştî nîşandana belgefîlmê, beşdarên semînarê bîr û ramanên xwe anîn ziman.

Herweha bername ji alîyê medyaya kurdî ve jî hat şopandin.

K24 TV ,Kurdîstan TV û War TV di semînarê de amade bûn .

Hêjmareke zêde û berbiçav ku ji sîyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanî pêk hatî beşdarî semînarê bûn. Beşdarên semînarê piştî ku semînar xelas bû, spasî û kêfxweşîya xwe ji PAKê û ji Kerem Serhatlî û Seîd Veroj re anîn ziman.


semiiiii-nerrrr.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin