Bi amadebûna hezaran kesan meytê Jîna Emînî hat veşartin

Bi amadebûna hezaran kesan meytê Jîna Emînî hat veşartin

.

A+A-

Bi amadebûna hezaran kesan, meytê Jîna Emînî (Mahsa) îro Şemiyê 17ê Îlona 2022an li Goristana Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Li gor Çalakvanê Seqizî Hîsam Ferecyan ragihandiye, gelek kes ji bo beşdariya merasîma veşartina meytê Jîna Emînî bûne û got: “Biryar bû meytê wê beriya saet 10ê sibehê were veşartin, meyt vê beyaniyê gihîşt Seqizê lê malbata wê rê neda ku zû were veşartin, gelek kes li goristanê kom bûn.”

Herwiha bi hezaran kes li Goristana Seqizê beşdarî merasîma veşartina keça Kurd a Jîna Emînî ya ku li Tehranê bi tawana “pabendnebûna xwepêçanê” ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û piştre bi îşkenceyê can dabû.

Hîsam Ferecyan eşkere kiriye, Jîna Emînî ji ber derbeyeke ku ji serê xwe xwariye can daye, ne ji ber celteya dil an mêjî.

Li gorî çavkaniyên pizîşkî, xwîna ku ji guhê Jîna hatiye ji ber derba ji serê xwe xwariye ye.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bûyera keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber xwenepêçanê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest da, şermezar kir û roja Duşema 19ê Îlonê banga greva giştî kir û ragihand, divê hemû gelê Kurd bi girtina dukanên xwe û neçûna ser kar xwepêşandanê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin