Beyan Samî: Pêwîste Kurd û Amerîka hevkarîkirinê bikin hevbeşî

Beyan Samî: Pêwîste Kurd û Amerîka hevkarîkirinê bikin hevbeşî

Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka babetekê li malpera “The Dallas Morning News” ya Amerîkî belav kirîye û têda dibêje ku Herêma Kurdistanê gelek spasî Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka dike

A+A-

 

Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka babetekê li malpera “The Dallas Morning News” ya Amerîkî belav kirîye û têda dibêje ku Herêma Kurdistanê gelek spasî Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka dike, lê belê li heman demê de jî pêşbînîya zêdetir û mezintir ji hevbeşîyê heye û gelê Kurdistanê dixwaze hevbeşîyeke rastîn li gel Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka li ser bingeha rêzgirtina du alîyane û berjewendîyên stratejîyan de hebê.

Samî Abdulrehman dibêje: Herêma Kurdistanê spasîyê li beranber wan alîkarîyên Amerîka pêşkêş kirîye, pêwîste nihajî nirxandina wan peywendîyên xwe bikîn, ji ber ku di demek dayîn ku Rojhilata Navîn li ber gefeke mezin daye û Amerîka jî rola serkirdayetîyê li wê hevkêşeyan de dibîne.

Eger biryara Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka û welatên hevpeyman li 1991 nebûya, niha egera gelek tiştan bi navê Herêma Kurdistanê nedibû, lê belê wê proseya pêkanîna navçeya dijî firîn ya li beşeke Kurdistana Iraqê ragihand, ji bo parastina gelê me ya ji destê Sedam Hussein.

Her wiha Beyan Samî Abdulrahman dibêje: Daxwaz ji Amerîkayê dikîn ku li gel Hikûmeta Federalîya Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bike ji bo peydakirina çareserîyeke tenahî û mirovî ya ji bo vegerandina yekcarîya koçberan li ser warên wan.

Ji bilî wê yekê ku Herêma Kurdistanê bûye sêrê gulleya yarîya hêzên herêmî û gengeşeyên zilhêzan li Rojhilata Navîn de, Kurdan li Sûrîye jî roleke yek alîker li şikestanîna Da’îş de li Sûrîye dîtin. Dibe ku guman li pêgirîya Amerîka hinek caran pêkhatibe, ji ber nezelalîyê,, ji ber ku tirkîye û Îran her dema dixwazin bombebarana Kurdistanê dikin, bêyî wê yekê hesabek ji bo civaka navdewletî bikin. 40 milyon Kurd li Iraq û Sûrîye û Îran û tirkîye hene, rûbirûyê zêdetirîn îşkence û tundutîjî û binpêkirinan dibin û çavê wan li Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka û civaka navdewletîye ku wan biparêzin û berevanîyê li mafên wan bikin.

Amerîka roleke baş li asayîkirina peywendîyên Hewlêr û Bexda û mîsogerkirina pêgirîya her du alîyan bi destûrê de dîtîye. Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal nakokîyeke zêde di derbarê neft û dabeşkirina dahatan û Pêşmerge û navçeyên nakokî li ser heye. Niha guftûgo li navbera Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserîya nakokîyan heye, çareserîyeke sîhrî tûneye, lê belê Amerîka dikarê hêsankarî û piştevanî û handanê ji bo gihîştina rêkeftineke bingehîn li navbera her du alîyan de bike ku eve jî yarmetîya Iraqê dide ji bo gihîştina bi aramîyeke tevahî.

Li wê bawerîyê dyîn ku Amerîka jî sûdmend dibê li peywendîya berfireh û berdewamîya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li rêya bihêzbûna rewşa asayîşa navçeyê, ji bilî wê navçeya me dewlemende bi neft û gaz ku dikarê bibê çavkanîya geşbûna aborî ya gel û bibin beşek ji pêwîstîyên uzeya li cîhanê. Em pêşwazîyê li karkirina Amerîka dikîn û kompanyayên Amerîkî piştrast dikîn ku ewê veberhênanê li Kurdistanê dikin, beşek ji kompanyayan jî rola pêşengîyê dîtine li pêşxistina kerta uze ku baregeha wan ya serekî li Teksase ku li xweşî û nexweşîyê de li gel me bûn. Li wê bawerîyê dayîn ku veberhênanên wan dahateke baş dibê û amrazeke din jî ji bo bihêzkirina peywendîyên me yên li gel Wîlayetên Yekgirtîyê Amerîka dibe.

Rojeva Kurd,

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin