Bextiyar Elî bi wergera  'Hinara dawî' li Ewropayê deng veda

Bextiyar Elî bi wergera 'Hinara dawî' li Ewropayê deng veda

Bextiyar Elî bi wergera 'Hinara dawî' li Ewropayê deng veda

A+A-

Romannûs Bextiyar Elî bi wergera romana xwe ya bi navê 'Hinara dawî', derket pêşberî xwendevanên Almanîaxêv. Hinara dawî, bi navê 'Der letzte Granatapfel' ji aliyê weşanxaneya Zurîhî Unionê hat çapkirin.

Hê mehek di ser çapê re derbasnebûbû ku Hinara dawî li welatên almanîaxêv deng veda û rastî elaqeyeke mezin bû. Hinara dawî yek ji romanên Bextiyar Elî ye ku çend sal berê bi Soranî hatiye nivîsandin û yekem romana wî ye ku ji bo Almanî hatiye wergerandin.

Rayagiştî ya alman û rexnegirên wêjeyê li vê romanê heyirî mane û dibêjin, çewa dibe ku nivîskarekî weha 20 sal in di nava me de ye û heta niha nehatiye keşfkirin.

Divê bêgotin ku Hinara dawî, di van sê mehên dawî de di nava çend romanên ku herî zêde hatine kirîn û xwendin de ye.

Mijara romanê, di nava şer û penaberiyiyê de çîroka pêşmergeyekî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin