Bextewarî çiye?

Bextewarî çiye?

Amadekirin û wergerandin ji norwêcî: Ednan Bedreddîn

A+A-

Inger Hagerup 

Çar helbest

Amadekirin û wergerandin ji norwêcî: Ednan Bedreddîn

Inger Hagerup (1905-1985) yek ji mezintirîn helbestvanên Norwêcê yên sedsala 20-an e. Di navbera sala 1939, dema ku yekemîn dîwana wê bi navê (Ez li daristanê winda bûm) derket, û mirina wê di sibata 1985-an de, gelek berhemên wê hatin çapkirin mîna: Aust-Vogoy 1941), (Wisa dikarim bibim a te 1949), (Payiz 1971), (Bextewarî 1985) û pir afrandinên dî ku gelekî ji aliyê gel ve tên xwendin û hezkirin.

 

Bextewarî

Bextewarî çiye?

Di rêyeka çiyayî têrgeya ve biçe,

bere kirasê te yê havînî, tenik, tenik be,

bi ramankirineka bêkêr,

şûna tazegezên pêşiyan bixwerîne,

û ciwan be, û gelek dewlemend be,

bi evîna xwe ya nehatî.

Dema pîretevna lawaz

li ser dev û rû dike lorîn

bala xwe bide xweza yê, bala bide bayê xemgîn.

Guh bide amojgariya keskenefelê

Erê ye, yan na ye

Ew min dive – ew min nave

Lê ez hîna te nasnakim.

 

 

Anna biçûk

Li tarê îşev govend e

Herkes diçe wî alî

Anna li mal bê deng e

Tenha ew nozde salî

 

Mil daketî û pir bê hal

Li ser kitêbê vîn aza

Ya ku ne rind û delal

Gerek bibe şareza

 

Bav û kalan gotine

Ger xweş bijî, bixwêne

Rêwîtî ronî dibe

Heyvkevanê bibîne

 

Anna pelê diguhere

Dil bi xem kovan dike

Heyv dilê nerm dibire

Bi kê re dîlan dike?

 

Elî, yan jî Krîstîne?

Dil di herduan de heye

Pirtûkê dûr datîne

Hêmin be, bê feyde ye

 

 

Anna şiyar li gel xeman

Li dûr govend dîn û har

Ji şevê re çend seat man

Ji temen re jî gelek sal

 

Sirûd

Hêmin, hêmin bû êvar

Hêmin, berfa bê dawî

Hêmin, çiyayên pir zal

Hêmin, çemên qeşayî

 

Hêmin, hêmin bû êvar

Derya bû azmanek şîn

Roj dergûşe, gor pir sar

Xewn û bizav bo te vîn

 

Dûr û dûr, li rojava

Zêr polayî ron dike

Roj agirî kor dike

Şev bûk e û hespek zave

 

Derd û hesp û çiyayê sar

Roniya derya li ber çavan

Siwar reşe, wek êvar

Em dê bimrin bê goman

 

Siwar lal û reşkiras

Giran, giran tête der

Ber bi rêyek kes nenas

Dûr rêwîtî, zor sefer

 

Aust-Vogoy*

Dar û zevî sotandin

Kuştin leheng mêrên me

Bere dilên me lêxin

Bere lêxin dilên me

 

Bere lêxin dilên me

Hişk û bi êş, bê sebir

Dar û zevî sotandin

Îro ewan ev kar kir

 

Dar û zevî sotandin

Kuştin lehen mêrên me

Li şûna pakrewanek

Hezar tên nav rêzên me

 

Bi hezaran kom dibin

Birçî, tazî, lê serbest

Hevalno, pakrewanno

Ew ticar me nakin bindest

 

* Bi norwêcî Aust-Vågøy tê nivîsandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin