Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

‘‘Bêtesîr kirina‘‘ 5 hezar û 359 hemwelatîyên me

A+A-

Li welatekî “evîn hebe”, pirsgirêkên heyî dibe xizmetkarê wê evînê.

Li welatê me wek minaka “sal bi sal xwezî li par”…

Evîna welêt di hembêza siyaseta serdest û tûndîyê de hatîye fetisandin.

Ev çend salên vê talîyê ji jiyana rojane bigrin heta, ragihandin û siyasetê pêvajoyeke rehetîyê hebû.

Rexne û xwe rexnekirin pêşketibû. “Reheti” bi xwe re azadiyê û lêpirsinê jî tîne. Hevîyek çêdibe, ev hêvî rêbazên nû û qadroyên jîr derdixîne hole.

Dîroka Kurdistanê nîşan daye ku ji derî rewşên awarte, di pêvajoyên rehetîyê de Kurdan hîn baş xwe bi rêxistin kirine..

Di wan şertan de evîna welat û hestên neteweyî pir pêş ketîye.

Mixabin bi siyaseta tûndî û ”dijmin çêkirin ”, pêşketin sekinandîye Sîyaseta dewletê ya tûndîyê û xeletîyên PKKê bûye sedem ku hemwelatîyên me bi derdê mal û canê xwe ketine.

Daxuyanîya Serokkomar Erdogan, ku gotibû "5 hezar û 359 terorist hatine bêtesirkirin,355 kes jî ji me şehit ketine " wahşetek e...çav tirsandin e...

Rûpela mirovan ya facebookê di her warî de helwesta mirovan jî nîşan dide… Bi gotineka din, rûpela mirovan ya fecê neynika kiryarên mirovan e.

Li ser facebookê û twittirê heryek ji me xwedîyê bi sedan, bi hezaran hevalan e...

Piştî ”pêvajoya çareserîyê”, pêvajoya rehetîyê bi dawî hat û siyaseta xendekan destpêkir.

Piştî êrîşa dewletê, ya ku dişibe salên 90î destpêkir gelek nas, dost û kesên ku li ser facê û twittirê hevalên me ne ya bêdeng in, ya jî di şîrove, parvekirina nûçe û bûyeran de pir bi dîqat bûne.

Ev yeka ne pivaneka sereke ye lê bi ya min ragihandin û têkilîya medyaya civakî neyinika wî welatî ye.

Siyaseta dewletê ya ku dişibe salên 90î pir baş tê fêmkirin...Ew ketine dû serdestiya xwe û berdewamiya dagirkeriyê.

Lê yên ku bi daxwazîya "edalet, azadî û demokrasîyê" tevdigerin jibo çi di pergala siyaseta tûndîye de hereket dikin...

Evîna me, tekoşîna me karekî piroz e. Bi tu qalibên tirs,tûndî û perîşankirinê ve nayê kuştin.

Her çiqas bûyerên vê taliyê dubarekirina tarixa inkarê be ji ,diviyabû kurd bi aqilekî hevbeş tev bigeriyana. 

Diviyabû berxwedanek meşrû û bêîtiatîya sivîl bigirtana navenda siyaseta xwe. Wê demê ‚‘‘bêtesîr kirina‘‘ 5 hezar û 359 hemwelatîyên me ewê di raya navnetewî de Dewleta Tirk sûcdar derxista.

Siyaset bi têgehên "Di demokrasîya serdestan"de fetisandina pirsa neteweyî çareser nabe.

Evîna neteweyî evîneke mezin e...

Wek mînaka vê gavê ye..Li hemberî siyaseta ”ewlekarîyê” li hemberî siyaseta girtin, înfazkirin û zîndankirina bisedan keç û xortên me, bi hezaran însan li hemberi dewletê helwesteke eşkere digire..Tê qetilkirin, lê natirse; dev ji doz û têkoşîna xwe ya rewa bernade.…

Keç û xortên me destanan dinivîsînin...Siyaset ji qehremanîyê bêtir, encam stendine.

Li bajar û navçeyên ku di dema pêvajoya rehetiyê de bi sedhezaran, bi milyonan kes li ser piya bûn, niha wek salên 90î bi hezaran insane hene…Ew ji mudavîmê doze ne. Berxwedana wan hêjayî pesnandinê ye. Jibo têkbirina siyaseta dagirkeriyê ev yeka têr nake.

Li dijî siyaseta dagirkerîyê, li diji zilmê rêya heri baş piştgiriya bi milyonan insanan e...Tu kes û hêz ji vîna gel ne xurtir e…

Lê em her rêya dûyem hildibijêrin..

Siyaset li ser bingeha “dijmin çêkirine” û ”tundiyê” jibo demekî dikare serkevtinê çêbike, lê li dijî dagirkerîyê ji vê siyasetê tu encam nayê stendin.

Istîmlaqkirina Surê li taxekî evinê kuşt, feryada milet guhê mirovan dicingîne.

Li perçeyekî Kurdistanê gel mexdur bike,li perçeyekî ku gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe siyasetek hişk bimeşine û ya xerab xeletîyên xwe bi sûcdarîya birayên xwe veşêre...

Em ne dijberî hev in deskevtiyê perçeyek Kurdistanê yên me hemûyan e.

Başûr, bakur, rojava û rojhilat birayê hev in.Siyaseteke stratejîkî nekin qurbana siyaseta taktîkî. Jibîrnekin ku serkevtina perçeyekî Kurdistanê ji perçeyên din re jî derîyan vedike...Têk çûyin jî dibe para me hemûyan.

Daxuyanîya Serokkomar Erdogan:"5 hezar û 359 terorist hatine bêtesîrkirin,355 kes jî ji me şehit ketine " dilê min êşand...Heyf e ev hejmara hejmareke ku di şerên welatan de pêk nayê. "5 hezar û 359" xuşk û birayên me, dayik û apên me hatin ‚‘bêtesîr kirin‘‘…

Dibê em jibir nekin.

Jiyan diherike….

Siyaseta li ser mirina me hatîye avakirin di hembêza xwe de vejinê/serxwebûn jî dihewîne....

 

Önceki ve Sonraki Yazılar