Bêşîkçî: Gelê Kurd di referandumê de dengê xwe gihand cîhanê

Bêşîkçî: Gelê Kurd di referandumê de dengê xwe gihand cîhanê

Nivîskarê mezin û civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşîkçî dibêje, giringîya referanduma 25ê Îlona 2017an qet winda nabe.

A+A-

KDP.info

 

Îro 25ê Îlonê 2 sal bi ser referanduma sala 2017an re derbas dibe, ku xelkê Kurdistanê tê de bi rêjeya 92,7 % dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.

Biryara encamdana referandumê biryara gelê Kurdistanê bû, bi rêbertîya Serok Barzanî.

Derbarê wê rojê, Îsmaîl Bêşîkçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdan di 25ê Îlonê de xuya kirin ji cîhanê re ku ew çi dixwazin û dikarin çi bikin û dost û dijminê wan xuya bûn. Giringîya wê referandumê qet winda nabe.”

Bêşîkçî wiha got: “Roja referandumê bi tevahîya gelê Kurd û li hemû perçeyên Kurdistanê rojeke xweş û bextewer û dîrokî bû, dê heya heya ew roj di bîra mirovê Kurd de be, ji ber ku Kurdan bi dilê xwe daxwaza xwe nîşanî cîhanê dan û xwesteka xwe gotin.”

Wî nivîskarê dostê gelê Kurd wiha domand: “Di referandumê de hizra netewî ya Kurdî li pêşîya hizra hizbî ket. Rast e encama referandumê paş ketîye, lê dengê gelê Kurd qet vala naçe û ti hêzek nikare di rûyê daxwaza wan de bisekine. Pêwîst e tevahîya gelê Kurd dersê ji karesatên ku hatîye serê wî bistîne û hizra netewî bihêztir bikin. Pêwîst e Kurd hizir bikin ka dê çi bikin û pêwîst e çi bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin