Beşeke din ê dîwarê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hat lêkirin

Beşeke din ê dîwarê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hat lêkirin

.

A+A-

 Ji dîwarê betonî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê Tirkiyê ve tê lêkirin 64 Km yê din jî lê hat zêdekirin.

Ev du sal in Tirkiye bi hinceta ku bikare parastina sînorê xwe ji derbasbûna karên qaçax û koçberên qaçax bigire dîwareke bi dirêjahiya 560 kmyan lê dike. Tirkiye dê vê lêkirinê di sê qonaxan de xilas bike ku niha ji qonaxa yekê ku armanc çêkirina 164 Km bû 64 Km dîwar hatiye lêkirin.

Li ser vî dîwarî cihên çavdêriyê hatine çêkirin, xendek li kêleka dîwar hatine kolandin, dûrbîn, termal û sîstema kamerayê hatiye danîn. Her wiha têl bi du sê rêzan hatine danîn.

Dîwarê betonî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ku ji aliyê Tirkiyê ve tê çêkirin û wek ew dibêjin ji bo parastina sînorên li gel Îranê ye, bi dirêjahiya 560 kîlometreyan sînorê parêzgehên Agirî, Îdir, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê li xwe digire.

Li aliyê din her çiqas Tirkiye sînorên xwe bi çêkirina dîwarên ji betonê qayîm dike lê derbasbûna koçberên Efxanistanî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve berdewam e û rojane bi dehan koçber piştî sînor derbas dikin li bajarên sînorî yên wek Wanê tên desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin