Beşar Esed careke din dijatîya mafên kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike

Beşar Esed careke din dijatîya mafên kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike

Serokê Sûrîyê Beşar Esed di hevpeyvîneke li gel kanala RT ya Rûsî de, derbarê peyvendîyên li gel kurdan de ragihand, naha artêşa me gelek bihêztir e û beşkirina desthilatê li gel HSDê jî red kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Herwiha got: ‘’Rêkeftin li gel HSDê li ser bingeha wegera serwerîya temamî ya hikûmeta Sûrîyê ye, bi hemû navçeyên kurd ve û dûrxistina kurdan li sînor ku êrîşên Tirkîyê bê ragirtin.’’

Beşar Esed amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Ez daxwaz li kurdan dikim bibin beşek ji hêzên hikûmetê, hindek ji wan ev yek pejirandine, lê hindekî din red dikin.’’

Esed dibêje: ‘’Pirsgirêka serekî li gel PYDê ye ku yekîneyên leşkerî bi wî navî ava kirine û PKK jî ser wan re ye.’’

Serokê Sûrîyê got: ‘’Piranîya kurdan peyvendîyên baş li gel hikûmetê heye û piranî piştevanîya hikûmetê dikin, tenê ew nebin ku yên ser bi PYDê. Ew ji alîyê Amerîkayê ve piştevanîya wan tê kirin û li gel Amerîkayê pêkve neft bi qaçaxî dibin.’’

Esed got, PYD ji Amerîkayê acize, ji ber ew bi tenê hiştine li Sûrîyê.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin