Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Berzanî û Berzanî!

A+A-

Berjewendîyén é malbetan, é partîyan û welatan cûda cûda ne. Granîya wan, ṣûnén wan û dereceyé muhîmbûyiné wan gora rewṣ û cîyé wan tè guhertin.

Em vîya ji jîyana xweyè malbetî, ji kar, ji rèxistinî û gelek tiṣté diné, baṣ dizanin. Jîyan bè li hevhatiné, bè kompromîyé, bé danûstandiné nikare bimeṣe. Em carkî malbetekî bifikirin, li vir: li ser mijaré aborî, li ser karèn hundiré malé, li ser perwerde û terbîye kirinèn zarokan û ji bo bi sedan mijarén usa, péwîstîyé mér û jiné ji tawîz û kompromîyan re heye. Li vir malbetî, ne gora bes daxwaz, heskirin û berjewendîyé méra, û ne jî é jina dikare bimeṣe. Mér û jin her mecbûrén berjewendîyé de û berpisyarîyé de navberîyek, li hevhatinek bibînin. Dema usa nebe, malbet nikare mehek ji li ser ningan bimîne, û ewé bela be.

Em zanebûnèn van méjarana de ne, em çawa û çiqas ji bo debar û berjewendîyén mal û zarokén xwe, li jîyané zehmetîyan dikṣînin, stûyé xwe xwar dikin û tawîzan didin. Li vir ewé ku me mecbûré vî zehmetîyan dike, berjewendîyé malbetî û berpisyarîyé me yé ku me girtîye ser xwe ye. Ji bo wî jî em nikarin gora dilén xwe, hestén xwe, û xwestinén xwe tevbigerin. Ku em bikaryana ewé baṣ û xweṣ bibya, lé jîyan bes gora dilé me nameṣe û nabe.

Vîya em dibén û zanin, li her civaté de, fikr û ramanén azad û rexne  zemîn û bigehé ciwatekî demokratîke. Bé rexne û fikré azad, li civatekî de péṣketin, guhartinén baṣ û demokrasî nabe.

Îcar em werén li ser welat, li ser Baṣuré Kurdistané bifikirin, ew du peyvén céwî: berjewendî û berpisyarî li vir hîn pir zehmettir û komplekstirrin.

 Kes nabéje, ji we napé, an jî ji we naxwaze huné Necirvan Berzanî, an jî Mesut Berzanî hes bikin, hun dikarin ji bo wan hezar tiṣtan béjin, heqé we yé rexne û ṣîretan heye.

Partî, réxistin û ṣexis nikarin mîna hev bifikirin. Cûda bûyina fikr û ramanan û azadî ya wan, dewlemendîya herî mihîmé welaté ye. Péwîste ew heqa bé tawîz were parastin.

 Li ser mijaré gendelîyé de, li ser karé xetimandiné parlementoyé de, li ser mijbûyina tékilîyén bi Tirkîyé,Iran û Iraqé ve, li ser kimasîya dîalog û kompromîya bi partîyén dinanre, bé ṣik berpisyarî û kémasîyén KDP hene. Ji bo ku KDP partîyé herî mezin û bi héze, ew nakokî û kiṣteyande par û berpisyarîyé wî jî mezine. Lé, li vir tenè KDP rexne kirin jî rast nîne. Ji alîyé tékilî û helwestande, kirinén Yekitî û Goranè ne çétir in.

Bes rexne; reṣkirin, dujmintî kirin û manîpûle kirin nîne. Çar dor alîyén Kurdistané de dewletén ereb, ecem û é tirka heye. Vana giṣ neyaré Kurdistané ne. Bé van, wekî cîrané kurdan jî tuneye. Kurd neçarin bi van ve cirantîyekî baṣ bikin. Wekî dinè réyek, îmkanek an jî ṣansek nîne. Cîranén me neyarén me ne, em bi wan re li nav ṣeré da ne, lé em dîsa jî CÎRAN IN hevdû ne! Kurdistana Baṣûr bi gelek awayî lazime tékilîyé xwe bi ereb, bi ecem û bi tirkan ve xurt bike. Lazime derîyé danûstandin û dialogé tim vekirî bihéle. Vaya ji bo berjewendî yé kurdan e.

 Îcar dema nûnerin Kurdistané van welatana ziyaret dikin, hinek dibéjin, ”way, karén kurda li ba neyaran çîye”? ”Wana bi hev re çi diaxafin?”  

Qampanyayekî qiréj û gemar li hemberé Mesut Berzanî û li hemberé Neçirvan Berzanî té kirin. Tu dibé qey bi vê zîyaret, tékilî û bi dialogin xwe ve, vana sûc û îxanet kirine.

 

Ji alîyé din HDP û PKK, dialog û danûstandiné li devé xwe kirine benîṣt, heftekî derbas nabe ku ji dewleté daxwaza tékilî û randewûyé  nekin. Ez li vê helwesté de ṣaṣitîyek jî nabînim, lé ewé çima ji bo wan helal, û ji bo Baṣûr heram be.

Kurdistan ber bi referandûma serbixwebûnîyè ve diçe, vaya rewṣekî pir hassas e. Dîplomasîyek pir hostetî û profesyonelî dixwaze. Komisyon, komîte û grub ji bo ku bazarî û muzakere bi ciranen re bikin té avakirin.  Li taybetî vé pévajoyé de, dîalog û danûstandiné bi dewletén ciranan ve pir muhîm û zarûrîye. Li vir iqna kirin û bawerî dayina dewletèn cîranan meselekî pir zehmet û koplekse. Mina ku dîplomasîyek balansé, li ser mûyekî de bikî. Ji alîyek berjewendîyé Kurdistané bi astekî bilinde de biparézî, ji alîyé din jî cîranan ne qutifînî!

Em ji bîrva nekin, dijmin jî vala nasekinin. Vê pévajoyé neyerén me, çepén tirkan û doralî yé wan baṣ diṣopînin, vana jî mîna dewleté xwe, ji bo ku péṣî li referandûmé bigrin, èriṣé Mesut Berzanî û Neçirvan Berzanî dikin.

“Mala Berzanî ya li hemèza tirkan da ye” dibèjin, û ériṣé Kurdistané dikin. Disa ji bo ku daxwaza Kurdistaneke Serbixwe, li ba gelè misliman reṣ bikin, manîpulasyon dikin û dibéjin “Îsraîlekî nû té avakirin”.

Ji bo ewén ku dilé wan ji bo Kurdistanek Serbixwe davéje, bes yek pîvan heye, ew ji xwestin û tekoṣîna ji bo Kurdistanek Serbixwe ye. Mesut Berzanî vê daxwaza pîroz ji xwere kirî ye armanc, em li vir îqna ne. 

Vaya péwîste gelek baṣ were zanîn û fehm kirin, daxwazén û armancén ew çepén tirk û PKK bes ne neheskirina Barzanî ye, armanc û hedefén wanén sereke péṣî li girtina serxebûyina Kurdistané ye. Kemalîst, çepén tirk û doralî yé wan, xwe mîna dostén kurdan, soreṣker û demokrat nîṣan didin, lé eslé xwe de kevneperest û nîjadperest in. Raste rast neyartîyé kurdan kirin nayé hesabé wan. Ruyé wan bi ken xuya dike, lé paṣ vê maské de ji bo kurdan kîn û nefrettek mezin heye. Tu dibînî, dema HDP, KCK an jî PKK çalakîyek dike, ev doralîyana xwe usa ṣérîn, demokrasîxwaz û dosté kurdan nîṣan didin, û pesné ew rèxistinén ”Tirkîyelî” didin û bi methè wana derdixînin ezmanan.

Lé dema mijar tè li ser Mesut Berzanî, ew rûkenîya wan, dost û demokrat bûyiné wan, mîna taviké baharé derbas dibe, dewsa wî de rûyé wané neyartî té péṣîyé. Wana jî vîya baṣ zanin li Kurdistané, rola Barzanî ya li  berxwedana Kurdistané de pir mezine. Mesut Berzanî jî bi helwest, û bi tekoṣina xwe yé bo Serxwebûné Kurdistané, bûye sembolé azadîyé. Vaya jî neyara har û dîn dike. Sedemén ew ériṣén reṣ û kiréj jî vana ne.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin