Bersiva YPGê li ser îdîaya 'Artêşa Sûrî dê bikeve Efrînê'

Bersiva YPGê li ser îdîaya 'Artêşa Sûrî dê bikeve Efrînê'

Berdevkê YPGê yê Efrînê Birûsk Heseke li ser îdiayên hêzên Artêşa Sûriyeyê wê bikevin Efrînê axivî û got ku ev îdia rastiyan nadin nîşandan, lê eger derbarê mijarê de pêşveçûnek çêbibe em ê ji rayagiştî re ragihînin.

A+A-

Hatibû îdiakirin ku Artêşa Sûriyeyê û YPG li ser Efrînê li hev kirine û  wê komên girêdayê Artêşa Sûriyeyê bikevin Efrînê.

Li ser mijarê Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behced Ebdo ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku niha li ser mijarê naxwazin biaxivin û eger tiştekî çêbibe dê HSDê derbarê mijarê de daxuyaniyek bide.

Berdevkê YPGê yê Efrînê Birûsk Heseke jî ji peyamnêrê Sputnikê Hikmet Durgun re axivî û eşkere kir ku ev îdia ne rast in, eger pêşveçûneke çêbibe ji rayagiştî re dê ragihînin.

Heseke wiha pê de çû:

"Eger lihevkirineke di navbera me û Artêşa Sûriyeyê de çêbibe em ê bi daxuyaniyeke fermî ji rayagiştî re ragihînin û em ê ji rayagiştî veneşêrin. Eger tiştek wisa hebe em dibêjin artêş ketiye Efrînê."

Herwiha Serokê Komîteya Efrînê Behced Ebdo jî eşkere kir ku şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiyeyê û şervanên YPGê de dewam dikin. Niha Artêşa Tirkiyeyê ji ber ku nikare pêşve biçe, giranî operasyonên hewayî pêk tîne. Heta niha ti pêşveçûneke berbiçav ên Artêşa Tirkiyeyê tine ne, tenê gundê ser sînor ketine bin kontrola wan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin