Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin

A+A-

Ez bawerim we jî dê dîtibe, bi amancê xwe ji bombeyan biparêze jinek Kurd di jêrzemînekê da bi zarokên xwe va li ber findekê (mûm) rûniştiye û dibêje, “Efrîn herêmek biçûk e, Dewleta Tirk bi sedan firokan û bi sedan tank û topên xwe Efrînê bombebaran dike, gelo ne eyb (şerm) e, li kuderêne ev dewletên cîhanê?”

Ez jî û kesên biwijdan jî mîna jina bikeder difikirin, ku ji Dewleta Tirk û artêşa wê ra daku duyemîn artêşa NATOyê şerm e, lê biqasî Dewleta Tirk bona Federasyona Rusyayê û serokên wê Vladimir Putin jî şermek mezin e.

Dîrok dê weha binivîse.

Bi sedan sivîl hatin kujtin, bi dehan gund ketin ber bomberabana firok, tank û topên artêşa Tirk, her çiqasî bêt înkarkirin jî em û hemû cîhan jî dizane ku ev êrişkarî bi destûra serokê Rusyayê Putin pêk hat, ango bi qasî Tirkiyê Rusya û Putîn jî ji vê qetlîamê berpirsyar e.

Di gellek bernameyên telewizyonan da û herweha di medyayê da di barê teref û dewletên kesbkar (bikezenc) şîrove hene, piranîya vana jî li ser kesbkarbûna Rusyayê, herweha Beşar Esed û Îran wekî teref û dewletên kesbkar tên jimartin.

Dibe ku ev şîrove bona kurtemaweyê (dema kurt) rast be, lê bi bawerîya min di dûrmaweyê da, ango di paşerojê da emê berevajî vê bibînin.

Emê bibinin, ku teref an dewletên îro bi Şamê va hevkarî dikin, dev jî Beşar Esad bernadin dê ziyandar bin.

Ziyardar bin, ji ber ku li seranserê cîhani piranîya raser bawer e, ku di paşeroja Suriyê da Beşar Esad dê nebe, heta, ger derfet rû bidin ew dê her hal bêt darizandin, ji ber ku li Suriyê sûcên şer û li dijî mirovahiyê hatin/tên kirin.

Sedem her çi dibe bila be, serokê ku bajarên welatê xwe bi firokên şer bombebaran bike, bi sed hezaran kesên sivîl, jin û zarokan bikuje divê di paşeroja wî welatî da sîya wî jî tine be û herweha ew bêt darizandin û bê guman ew ne rastiyek veşartî ye.

Paşeroja Beşar Esad weha be, ma gelo rewşa hevpeymanên wî dê çawabin, bo mînak rewşa Rusya û Îranê?

Bersiva vê ronahî ye, bê guman di paşeroja Suriyê da navê vana jî dê nebin, bi gotinek din, wekî ev hêvî dikin li herêmê karîgerîya wana dê nebin, bo mînak Rusya û Îranê.

Bi vî avayî di dûrmaweyê da Rusya dê ziyandar be, siyaseta Putin jî ew pêvejoya ziyandariyê bilez kir, taybetî helwesta Rusyayê di barê Efrînê da.

Em dizanin berjewendiyên Rusyayê bi Tirkîyê va hene, lê dema mirov bigiştî li ser herêmê ra lêbinire, bê guman têkiliyên bi Tirkîyê va biçûk dimînin, ango Putin ger vê siyaeta xwe neguhere berjwendiyên Rusyayê di herêmê da dê lawaz bibin, taybetî herêma ku Kurd xwedî bandorbe.

Piştê êrişa li ser Efrînê, gelo kîjan dewlet dê bi Rusyayê va bawer be, berê xwe bide û pêra hevkariyê bike?

Berî rapirsîna başûrê Kurdistanê, Hewlêrê bi kompanyayek Rusî va, bi Rosneftê va rêkevtinek îmza kiribû û pir bawerbûn ku ew dê li dijî êrişa Bexdadê raweste, dereng fam kirin ku di kevneşopîya Rusyayê da tiştekî weha tine ye.

Bona me Kurdan ev ne cara yekem, ku li me weha diqewime, bawerim civata Kurd dê helwesta Yekitîya Sowyetan ya li hemberî serhiladanên Kurdan, ji serhildana Şêx Seîd bigrin heta Dêrsimê, herweha nefîkirina Kurdên li Qefkazyayê, bi bedêla neftê firotina Komara Mehabadê, alîkarîya eskerî ya Irakê li dijî têkoşîna Azadîya Başûrê Kurdistanê jibîr nekiribin.

Çawa ku civata Kurd ev dîroka tarî û nemirovahî jibîr nekir, dê destûr dayîna êrişa Efrînê jî jibîr neke, di encama destûra Rusyayê da bi hezaran law û keçen Kurd tên kujtin.

Ev xerabî dê di bîra civaka Kurd da cihekî biêş û kûr bigre, nifş bi nifş dê bêt gotin, bila Putin jibîr neke ku nifşên tên dê bi vê dîroka nemirovahîyê mezin bibin.

Dîsa bila Putin û Rusya zanibin, ku bê guman di paşeroja da Kurd dê ji îro bêhtir li herêmê bibandor bin, ewê bibin xwedî dewlet.

01.02.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin