Berpirsekî YNKê dema civîna PDK û YNKê eşkere dike

Berpirsekî YNKê dema civîna PDK û YNKê eşkere dike

.

A+A-

Endamekî serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand, beriya sersala nû, civîna navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê were kirin.

Berpirsê Melbenda 3 ya Hewlêrê û Endamê Serkirdetiya YNKê Mecîd Hemedemîn ji K24ê re ragihand, her çiqas demeke diyarkirî ji bo civîna navbera YNK û PDKê nehatiye diyarkirin, "lê ez bawer dikim beriya sersala nû civîn dê were kirin".

Mecîd Hemedemîn ragihand: “Rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê û navdewletî, hineke din me han dide ku demildest ligel hev rûnin û kêşeyên navbera xwe çareser bikin.”

Hemedemîn herwiha eşkere kir: “Dîrokê nîşan daye ku her dema em bi hev re bûn, hemû planên ser Kurdistanê hatine têkbirin, ez bawer im îradeya herdu aliyan ew e ku vê hefteyê bicivin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin