Berpirsekî Sûrî: Tirkîye nikare rêkeftina Idlibê bicih bike

Berpirsekî Sûrî: Tirkîye nikare rêkeftina Idlibê bicih bike

Berpirsekî rêjîma Sûrîyê radigihîne, rîya navdewletî M4 bi bijardeya serbazî vedikin, ji ber ku Tirkîyê pabendî rêkeftina Idlibê nabe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgarê Idlibê yê karbirêker Mihemed Fadî Sedûn di konfernaseke rojnamevanî de ragihand, yan bi gotina Tirkîyê terorist astengîyan datînin pêş rêkeftina Rûsî – Tirkî ya derbarê Idlibê de, yan Tirkîye nikare wê rêkeftinê bicih bike.

Wî berpirsî Sûrî got: “Heger Tirkîye ku (gerentîkarê teroristan e) nikare rêkfeftinê bicih bike, bila wê yekê ji artêşa Sûrîyê re bihêle, ta bi bijardeya serbazî rêkeftinê bicih bike”.

Amaje bi wê jî da, grûpên terorist ji bo rêgirîyê li gerên çavdêrîyê li ser rîya navdewletî M4 bikin û bicihkirina rêkeftinê asteng bikin, xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tînin.

Li ser pêşeroja rêkeftinê û rewşa Idlibê wî berpirsê Sûrî got: Alîyê Rûsî moletek daye Tirkîye heta rêkeftinê bicih bike, artêşa Sûrîyê jî li benda bidawîbûna wê moletê ye. Dibînim ku pirs ber bi çareserîya serbazî ve dice.

Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê roja 15ê vê mehê di daxuyanîyekê de ragihand, yekem gera çavdêrîyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser rîya navdewletî M4 li Idlibê hat encamdan, lê bi sedema astengîyên grûpên terorist, ku xelk derxistin sere rê, ger nîvco hat bidawîkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin