Berpirsekî din ê Kurd li Kerkûkê ji postê xwe hat dûrxistin

Berpirsekî din ê Kurd li Kerkûkê ji postê xwe hat dûrxistin

Li gorî nivîseke fermî ji aliyê Wezareta Bazirganiya Iraq ve, berpirsekî Kurd ji postê xwe hat dûrxistin, ku rêvebirê şaxê Kerkûkê yê kompanya bazirganiyê bû û kesekî din ji pêkhateya Tirkuman li cihê wî hat danîn.

A+A-

Ew nivîs ji aliyê Rêvebirê Giştî yê Wezareta Bazirganiya Iraqê ve hatiye îmzekirin, bi biryara wê (Dilşad Ebas Osman) ji postê wî hatiye dûrxistin û kesekî din binavê (Esîn Tehsîn Osman) ku ji pêkhateya Tirkuman e, li şûna wî hatiye destnîşankirin.

Ev yek di demekê de ye, ku berî niha postên parêzgeha Kerkûkê bi hevbeşî li ser pêkhateyên parêzgehê hatibûn dabeşkirin û her pêkhateyek pişka xwe ji postan wergirtibû, lê ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, dûrxistina berpirsên Kurd ji postên parêzgehê destpê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin