Bernameyên yadkirina Hrant Dînkî dîyar bûne

Bernameyên yadkirina Hrant Dînkî dîyar bûne

Hrant Dînk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê, wê di 13emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkîye û cîhanê were yadkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hrant Dînk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê, wê di 13emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkîye û cîhanê were yadkirin. Ji bo Dinkê ku di 19ê Kanûna Paşîyê ya 2007ê de hatibû kiştin him li Tirkîyeyê him jî li cîhanê wê bername pêk were.

Navenda bernameyan weke her sal îsal jî li ber ofîsa berê ya rojnameya Agosê ye ku li Osmanbeya Stenbolê ye.

Li ser navê Hevalên Hrantî Bulent Aydinî banga beşdarîyê kir û got ku wê bername saet di 15.00ê de dest pê bike.

Heman komê bi rêya medyaya civakî jî bangewazîyek belav kirîye û gotîye: “Sala sêzdehê… Ne dereng ji bo şermkirinê. Em ê 19ê Kanûna Paşîyê saet di 15.00ê de li wî cihî bin ku gule bera wî dane. Em li ber Agosê ne. #EmLiVirinAxparig.”

Bernameyên din ên li Stenbolê ev in

Koma Varankê, ya muzîka alternatîf bi zimanê ermenkî dike, heman roê wê li Hanci Sahne ya Beyoglûyê konserekê bide. Konser saet di 21.00ê de wê dest pê bike.

17ê Kanûna Paşîyê roja înê jî li Salona Yesayan a Weşanxaneya Arasê Umut Tumay Aslan li ser Hrant Dinkî biaxive.

Platforma DurDeyê panelekê wê li dar bixe

Platforma DurDeyê 16ê Kanûna Paşîyê roja pêncşemê li Salona Civînê ya Cezayirê panelekê li dar bixe. Panel wê saet di 19.00ê de dest pê bike ku Elif Akgul, Ferhat Kentel, Meltem Oral, Tibet Şahin, Serdar Korucu û Şenol Karakaş axavtvan in.

Bernameyên li Bodrûm û Îzmîrê

Hevalên Hrantî yên li Bodrumê wê di 19ê Kanûna Paşîyê de li Navenda Çandê ya Heredotî bernameyê li dar bixin. Parêzer Ergîn Cînmen, nivîskar Silva Ozyerli û Prof. Dr. Tayfûn Atay wê biaxivin.

Li Îzmîrê jî Hêzên Ked û Demokrasîyê wê di heman rojê de li Navenda Çandê ya Taylan Saylanê bicivin û bernameyekê li dar bixin.

Ji bilî van bernameyan wê li Enqere, Ingîltere, Kanada, Boston, Los Angeles, Almanya, Avusturya û Hollandayê bernameyên curbecur ên bîranînê pêk werin.

 

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin