Bernameya Cejina Zimanê Kurdî ya li Diyarbekirê diyar bû

Bernameya Cejina Zimanê Kurdî ya li Diyarbekirê diyar bû

.

A+A-

Çalakiyên ku dê di 15ê Gulanê, Cejina Zimanê Kurdî de li Diyarbekirê bên kirin, diyar bûn. Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çandê, bi daxuyaniyekê ragihand ku dê cejin di navbera 9 û 16ê Gulanê de bi çalakiyên çand û hunerî were pîrozkirin.

Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê pêk tê, îro digel Tora ziman û Çandê, li Eywana Konferansê ya Tahî Elçî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de bernameya 15ê Gulanê, Cejina Zimanê Kurdî hat eşkerekirin. Li gorî bernameyê, dê di nav 9 û 16ê Gulanê de panel, şano, meş û şahî werin lidarxistin û dê pîrozbahiyên cejinê, îsal wekî festîvalê werin rêvebirin.

Bernameya 15ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî wiha ye:

9ê Gulanê saet di 16:30-19:00an de dê li Qada Kentê ya Diyarbekirê, kursiyê Zimanê Kurdî were danîn.

10ê Gulanê saet di 15:00an de dê li Taxa Seyrantepeyê ya Bismilê, ji bo zarokan atolye werin çêkirin.

11ê Gulanê saet di 16:30an de dê li Parka Musa Anter a li Seyrantepeyê ya Diyarbekirê Atolyeya Zaravayê Kirmanckî were çêkirin. Saet di 19:00an de ji aliyê Qada Çand û Ziman a Jinan ve dê li Parka Newrozê, fîlmê “Cîranê Min Totoro” were pêşandan.

12ê Gulanê saet di 20:00an de dê li Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika “Hinek Henek” were pêşandan.

13ê Gulanê saet di 12:30an de dê li ber Dadgeha Diyarbekirê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. Saet di 20:00an de dê li Parka Rojava, Dîwana Dengbêjan were damezirandin.

14ê Gulanê saet di 14:00an de dê bi cil û bergên herêmî yên ku di Newrozê de hatibûn qedexekirin, li ber Şanoya Bajêr a Amedê daxuyanî were dayîn.

15ê Gulanê saet di 12:00-15:00an de dê li Baroya Diyarbekirê, panela ‘Ziman û Hiqûq’ were lidarxistin. Saet di 16:00an de dê li Taxa Bayramoglu ya Diyarbekirê meş were lidarxistin. Saet di 20:00an de dê li MAyê dîvana zarokan were lidarxistin.

16ê Gulanê saet di 19:00-23:00yan de dê li Hêwana Dîlanê ya Demîrokê şahiyek were lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin