Berlîn: Şayîya Kursa Kurdî

Berlîn: Şayîya Kursa Kurdî

Bi helkefta dawîya dewreyên kursên kurdî şayîyek hat lidarxistin.

A+A-

Kursên kurdî yazdeh sal in, di pîleyên destpêkê (A1-A2), pêşketî (B1-B2) ji alîyê mamosta Ewdil Araratî va li Komkar Berlînê û li dibistana bilind a Alice Salomonê (ASH) tên çêkirin.

Hêjayê gotinê ye, îsal kursa wêjeya kalsîk a kurdî jî, ji hin beşên Dubeytîya B. Tahirê Hemedanî, Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna E. Xanî, wek ders ji alîyê mamosta E. Araratî va li Komkarê hat dayîn. 

Şayîyên kursa kurdî êdî bûye mîna tradîsyonekê li Berlînê.  

Wek her sal, îsal jî di dawîya somesterê da şayîyek li baxçeya Komkar Berlînê hat çêkirin.

ji Komkarê rêzdar xanim Medîha Lindner, rêveberê Komkar Berlînê yê berê Fewzî Aktaş, edîtorê kovara Şemamokê hêja Yado Ciwan û beşdarên her du kursên kurdî, malbat û hevalên beşdaran di şayîyê da amede bûn.

Mamosta E. Araratî di destpêka şayîyê da bixêrhatina mêvan û şagirtan kir û got: "Îsal du wateyên girîng ên şayîya me hene. Yekem; referandum li başûrê Kurdistanê çêdibe. Hêvî dikim dawî serxwebûn be. Duyem; em îsal çûn mêvandarîya Baba Tahirî, Melayê Cizirî û Ehmedê Xanîyî. Em bi rengên Kurdî xemilîn. Bi Mem û Zînê, Sitî û Tacdînî ra çûn Newrozê li Botanê. Em hinek ji klasîkên kurdî çêjîyan."

Dûre xanim Medîha Lidnerê li ser navê Komkarê bi kurdî û almanî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Komkar mala we hemûyan e. Em pûteyeke girîng didin ziman û kultura kurdî. Em dê di vî karê nirxdar da her berdewam bin."

Paşê mamosta E. Araratî yek û yek bangê şagirtan kir û belgenameyan wan dan.

Şayî bi dîmenên xweş ên bi sohbet, muzîk, xwarin û vexwarinê bi dawî hat.

Kursa kurdî ya dewreya pêş me, roja yekşemê 01.10.2017 an, saet di 16.00 an da

li Komkar Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê dike.

têl: 030 689 77 574                                                 email: [email protected]

berlin-1.jpgBeşdarên wêjeya klasîk a kurdî: Rêbîn, Mahir, Kehî û mamosta E. Ararat

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin