Berlîn li benda filmên Kurdî ye!

Berlîn li benda filmên Kurdî ye!

Festîvala Filmên Kurdî li paytexta Almanya Berlînê tê lidarxistin.

A+A-

Festîvala Filmên Kurdî ya ji sala 2002’an ve li paytexta Almanya Berlînê tê lidarxistin, wê di 1’ê Tebaxê de bi babeta ‘Di Sînemaya Kurd De Jin’ silavê li sînemavan û sînemahezên Kurd bike.

Festîval wê bi Filma Eva Husson a bi navê Girls of The Sun (Keçên Rojê) dest pê bike. Filma Husson behsa çîroka lehengiya jinên Kurd yên li dijî DAÎŞ a hov şer kirîn, dike.

Di festîvalê de 40 fîlm li benda sînemahezan in

Di Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê de kurtemetraj, metrajdirêj û dokûmanter jî di nav de bi giştî wê 40 film bên nîşandan. Ji wana Commander Arian (Fermandar Arian) a Alba Storra , Dialogue (Diyalog) a Selim Yıldız, Dîstand a Leyla Toprak, Towards Salvation (Ber Bi Azadiyê Ve) a  Alireza Mohammadian û her wisa Hero of the Century (Lehengê Sedsalê) a nivîskar û siyasetmedar Mohmmad Muhsin û Zagros a Sahim Omar Khalifa jî wê derkevin pêşberî temaşevanan.

Di festîvalê de her çar alî digihin hev

Rêvebera Festîvalê Lîse Goll da zanîn ku îsal babeta jinê mohra xwe li naveroka festîvalê daye û wê îsal festîvaleke berfireh a piralî li dar bixin. Her wisa Goll diyar kir ku ew ê dilberên sînemaya Kurdî bi Filmên ji her çar aliyên Kurdistanê ve hembêz bikin.

Lîse Goll derbarê festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê de ji rojnameya me re wiha axivî:”Ev festîval çalakiya hunera sînemayê ya herî kevin û temendirêj a Kurdên li Ewrûpayê dijîn e. Li gel Filmên Kurdî cih dide Filmên sînemavanên babeta Kurd û Kurdistanê di filmên xwe de bi kar tînin. Her wiha mirov dikare bibêje ku ev festîval li gel gihandina her çar parçeyên Kurdistanê, sînemavanên Kurd digihîne hempîşeyên wan yên Ewrûpî jî.”   

Sala bê wê pêşbaziya filman jî bê lidarxistin

Lîsa Goll da zanîn ku festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê heta niha hewl da ku sînemavan, derhêner û lîstikvanên Kurd bîne cem hev, di vî warî de risteke girîng lîstiye lê divê gaveke din pêş de bavêjin. Goll derbarê armanca wan a nû de jî wiha got:”Rast e, li gelek deverên dinê festîvalên wiha jî tên lidarxistin. Mebesta çalakiyê çi ye? Gihandin û komkirina sînemavanan û nasandina sînemaya Kurd jî girîng e. Lê pêşbaziya Filman jî girîng e. Emê sala bê hewl bidin li gel nasandina sînemaya Kurd pêşbaziya Filman jî lidarbixin û xelatan jî pêşkêş bikin.”

Festîval gihiştiye armanca xwe

Lîsa Goll derbarê mebest û armancên festîvalê de jî got ku di warê gihandin û nasandina sînemaya Kurd de ew gihiştine armanca xwe û li gel wê jî fersendên girîng ji bo sînemavan, filmçêker û lîstikvanên Kurd jî afirandine. Goll da zanîn ku eger ne wisa baya ew ê nekarîbana cara 9’an festîvala filmên Kurdî li dar bixin.

Zarok jî ji bîr nekirine

Di bernameya festîvala îsal de wê bi hevkariya Yekîtiya Malbatên Kurdistanê (YEKMAL) û ZAROK TV yê filmên zarokan yên Kurdî bên nîşandan. Her wisa Filmên Elmanî-Kurdî yên zarokan jî di bernameya festîvalê de cih digirin.

Di festîvalê de çalakiyên cûr bi cûr jî hene 

Di festîvala îsal de derbarê sînemaya Kurd de semîner, gotûbêj, şevbuhêrkên xwendinê û konserên mûzîkê jî wê bên lidarxistin.
Rêveberiya Festîvala 9’an a Filmên Kurdî ya Berlînê ji aliyê Lea Drescher ve tê kirin, Înstîtûta Goethe û Senatoya Berlînê jî piştgiriya festîvalê dikin. Her wiha rojnameyên weke Le Mond Diplamatique, Taz, Junge Welt û Sozialistische Tageszeitung jî hevkariya festîvalê ya medyayê hilgirtine ser xwe.

Filmê yekem li sînemaya Babylonê ya Mîtteyê   

Filmên festîvala ku wê di navbera 1 û 7’ên Tebaxê de pêk were, wê li sînemaya Babylon Mîtte, Movîemento û Ulme 35’an bên nîşandan.
Gîrls of The Sun weke Filma yekem a festîvalê 1’ê Tebaxê saet di 19:30’an de li Sînemaya Babylon Mîtteyê derkeve pêşberî temaşevanan.
Bernameya festîvalê dikare li ser vê navnîşanê bê şopandin:
www.kurdisches-filmfestival.de 


YOP

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin