Berken: Rêxistinên me erkên xwe bi cî naynin, ziman di bin metirsîyê de ye

Berken: Rêxistinên me erkên xwe bi cî naynin, ziman di bin metirsîyê de ye

PAK Şaxa Batmanê 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Kir

A+A-

Teşkîlata PAKê ya Batmanê roja 21.02.2017ê de li Batmanê bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî simînerek lidarxist.

Semîner li avahîya Navenda Batmanê ya PAKê hate lidarxistin. Di çalakîyê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Rêvebirê PAKê ya Batmanê Nuri Canpolat bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û siruda netewî hat xwendin.

Nuri Canpolat got ku ''Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî de tuşî zilm û neheqîyê nehatî ye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke kûr e"
Paşî axever Helbestvanê hêja Berken Bereh û mamoste Aydîn simînerek dan.

Mamoste Berken; bandora ziman û girîngîya wî di edebîyat û wêjeyê de axivî û got "Berê dayikên me ziman diparastin. Mixabin divabû partî û dezgehên me sîyasî vê erkê bicîbianîna. Lê mixabin bi cî naênin û niha jî ziman di bin metirsîyê de ye "

Mamoste Berken paşî bi helbesteke hestyar gotara xwe bi dawî kir.

Mamoste Aydîn; Lêvegerek dîrokî li ser qonaxên zimanan û peydabuna wan wek pedivîyek ji bo peyvendîyan di nav kesande  anî ziman û bi xwendina nivîsek xwe ya şerîn bi navê "Kurdistana me" dawî anî.

Bi hêvîyên ku "'Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî.Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.''anî ziman.

Pişt re seminer bi pirs û bersivan domî û seminer bi awayekî berhemdar bidawî bu.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin