Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bêrî

A+A-

BÊRÎ

 

Bihara rengîn e.

Xweza bi coş û evîn e.

Zozanên çiyayên bilind zindî ne.

Bayê Serhedê gul û kulîlkan hûrik hûrik dilivîne.

Bêhna nefel û indilko bi ser min de dişîne

Can hişyar dike bixwe dihesîne.

Tîrên janê di dil de dikutîne.

 

Gava tîr li dil dide

Tu têyî bîra min.

 

 

Dem niha adar e.

Xweza bi lez nû dibe, şiyar e.

Quling ref bi ref difirin, qareqar e.

Zozan gazî min dikin, ku tu neçî ji emir xisar e.

Jiyan li hev digere tal dibe, zilindar e

Pêla hesretê dijwar e

Bi qêrîn û hewar e

 

Gava pêl li dil dide

Tu têyî bîra min.

 

 

Meha nîsanê xweş e

Baran dibare, cîhan coş û geş e

Karxezal dibare li dû maka xwe dimeşe

Dilber li cem rûniştîbe, roj ronahî, evîndar serxweş e

Yar dûr ketibe tarî zulûmat şeva reş e

Xem û kul dibarin, dil diêşe

Hêvî xebera herî xweş e

 

Gava hêvî li dil dide

Tu têyî bîra min.

 

 

Gulan hat xemilî zozan

Bi hev ketin refên werdeg û qazan

Jin û mêr belav bûne li nav bax baxçe û rezan

Keç û xort li stargehên talde, bi kelecan hev didin ber gezan

Coşa evîn û hezkirinê dibin stran li ber tembûr û sazan

Nikarim der bikim tûrikê sirr û razan

Hez dinuqite canê nezan

 

Gava hez li dil dide

Tu têyî bîra min.

Önceki ve Sonraki Yazılar